Gelek qetliyamên dewletê yên bê ceza mayin hatine kirin. Suayib Adlig li ser van bûyeran malbat dîtine û li gel wan hevpeyvîn kirine. Hevdîtinek ji wan jî li gel Malbata M. Şerif Afşar hatiye kirin. Adlig dipirsê û ew bersivê didin.
Buyer di sala 1994 miha nisanêda qewimîye.
Kurêmin M. Şerif Afşar dikançî bu û wexta li ber dikana xwe bu, Polis, leşker û Polisên sivil avetin ser dikana wî û wî ji dikanawî girtin birin xistin bin çav. Piştî 16 rojan, polis telefona malamekir û gotin eger wun dixwazin M. Şerif Afşar bibinîn herin nexweşxana dewletê, me bi pelê, zu çûn nexweşxana dewlete, li Diyarbakir. Gava em gihîştin nexweşxanê, bo kurêxwe M. Şerif Afşar bibinîn ew can dabu û miribu, jiber 16 roj di bin işkencede, di lêdanekî xedarda derbaskiribun, ku di bedena wîda ti ciyek saxlem ji lêdanê bê birin nêmabu.
S A : Mesajeki we ku wun dixwazin bejin heye ?
Diyawî : Ez vê dewleta Tirkîya zalim, jibo kuştina kurêmin û zarukên me kurdan, wan hewalê xwedayê dilovan dikim, jiber ku heta vega tu însanek, xelkek û dewletek li hewarame nêhat û dengêxwe li hember vê dewleta Tirkîya zalim, negot îdi bese, bese ev zilma wûn dikin, digrin, direvînin, hindadikin û dikûjin.
Kadriye Afşar, xanima M. Şerif Afşar : Du zarukên me hebun, merêmin însanek dikandar bu, bê suc û sebeb wî kuştin, min bi sala ji her du zarukênxwere nikaribu bigota ku, bavê we idî naye malê, wek dayikek gelek êşdarbum û nikaribum bigotama, lawêmin, bavê we dewlet wî girtiye û di bin lêdana wande hatiye kuştin.
Ez ji her mirovîre, ji dayikên dinyayêre bang dikim û hêvî dikim bila ji vê zilma sermere bê deng neminin, bila îdi bes me bikûjin û îdi jivê pêda bila zarukên tu kesî bêbav neminîn, em kurdjî însanin; Mejî, heq û huquqên weke her mirovên li ser ruye vî erda han heyê û bila mafênme be dayin, me nas bikin û kabul bikin..
S. A : Şervan, mesajekî we jî heye, wun dixwazin tiştekî bejin?
S. A : Şervan, kurê M. Şerif Afşar, li min rênt, bi serê xwe hejand got erê, lê çavên wî melûl bun, xwest bipeyîve, lê nikaribu bipeyive û qiriqa wî tijebu, stuyêwî xwarbu kir û nêkir nikaribu bipeyîve, dilênwî tijebu, çavênwî tije avbu û serê xwe rakir, yekser rabu piyan, jibo kela dilê xwe deyne, qederek jibame qetiya çu odadin…
Suayip Adlig
Li Diyarbekir, 20 nisane 2009