Clinton bala Tirkiye kişand
Wezîra Derve ya Emerîkayê Hillary Clinton, bang li Tirkiyê kir ku ew Rêxistina Hemasê ji bikaranîna şidetê bide vekişandin. Di vê navê re Clinton navê Qeterê jî ihmal nekir û di vê derheqê de wê jî kir hevalbenda Tirkiyê.
Wezîra Derve xanim Hillary Clinton di axaftina xwe ya li saziya fikr û ramanan a li Washingtonê de ku ser peyivîye, bi giştî Rojhilata Navîn nirxandiye û bi taybetî jî li ser Filistînî rawestiyaye ku ew ji aliyê NY ve wek dewleta Çavdêr hatiye pejirandin û bi awayekî sirt rêxistina Hemasê jî rexne kiriye û gotiye: ”Em ewanên ku sarûx avêtine, rind dinasin.
Ew li Xezayê xwe li pişt sivîlan vedişêrin. Îsraîl jî diçe sivîlan dikuje. Divê derbaskirna çekan ji Misrê bo Xezayê jî, bête astengkirin. Tirkiye û Qeter nêzên Hemasê ne. Divê ew jî bizanibin ku sûda kesî di kuştinê de tune. Ji bo aştiyê tenê riyek heye ku ew jî guftûgo ne. Divê Filistîn bi Îsraîlê re guftûgo bike û ji bo serxwebûna xwe wê bide bawerkirin.”
Xanim Clinton ji bo Îranê jî weha got: ”Divê Îran ji çekên nukleerî bête malandin. Deriyê guftûgoyan ji bo Îranê heta bi hetayê jî vekirî namînin.”