Vê havînê Dema 9 parlementerên BDP-ê serdana Devera Colemêrgê kirîn di rê de karwanê otomobilên wan hate sekinandin û hinek çekdarên PKK-ê li gel wan hevdîtin pêkanîn û video ya hevdîtin û hemêzkirina wan di cih de medyayê de belav bû. Weneyên wan bi rojan di medyayê de hate belav kirin.

Hukumetê ji bo vê hevdîtinê helwestek tund girt û Erdogan da xuyakirin ku  ew hêdî bi  tu awayî kesên rêxistinê re bêne ba hev re havdîtina nakin. Herweha Erdogan got: Yan bila li prlementoyê siyasetê bikin hingê em hevdibînin yan bila herin çiya û tercîha xwe bikin.

Niha jî hukumetê ji bo rêya dadgehkirinê ji van parlementeran re vebe daxwaz ji parlementoyê dike ku zirxê wan yê xwe parastinê rake.

Ev pirs heja li parlementoyê nehatiye gotubêj kirin. Lê di serî de parlementerê Diyarbekirê Galip Ensarioglu û hinek parlementerên Ak Partiyê yên kurd dijê vê teklîfa hukumetê ne.

Ensarioglu di çend bernameyên televizyonî de helwesta xwe da xuyakirin.

Ensarîoglu di vê derbarê de got: Em di nav xwe de vê pirsê gotubêj dikin. Ez naxwazim zirxê parastinê li ser parlementerên BDP-ê rabe. Herweha rakirina vê zirxa parastinê  di berjewendiyên welat de ne yan ne divê bête gotubêj kirin. Mixabin parlementerên BDP-ê çewtî kirine û rewşa heyî aloz tir dikin. Lê em wan bikşînin di nav siyasetê dê baştir be. Tawanek hatibê kirin dema parlementiya wan dawî hat bila herin himberî dadgehê.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: