Bedirxan

Formulek balkêş bo xwendina kurdî ji Kamiran Bedirxan

 

 

Formulek balkêş bo xwendina kurdî ji Kamiran Bedirxan

 

Ji wê û paşî divê her serek ji pênc mirovan re dersa kurdî bide û ev pênc peya divê xweş hînê xwendin û nivîsandina kurdî bibin û ko hîn bûn, her yekî ji wan divê ji xwe re pênc hevalên din peyda bike û ji wan re dersê bide, bi vî awayî di salekê de, pênc şagirtên serekekî ji bîst û pênc mirovan re û ew bîst û pênc peyan, ji sed û bîst û pênc hevalan re û ew sed û bîst û pênc mirov, ji şeş sed û bîst û pênc peyayan re dikarin dersê bidin. 

Bi vî awayî di nav du salan de kurd hemî dikarin hînê xwendin û nivîsandina kurdî bibin. Ji gotina jorîn tête zanîn ko serekên Kurdistanê di salekê de du meh her roj divê saetekê ji bo pêşveçûna miletê xwe ji wextê xwe feda bikin.

Dîbaçe

Ji serêkên Kurdistanê ên delal û giran re.

Tu şik tê de nîne ko ji bo me hemiyan, daxwaza mezintir serbestiya welêt e.

Her kes dizane ko serbilindayî û azayiya miletekî bi zanîn û bi mêraniya welatiyên hev dikevin dest.

Miletên dinyayê ên aza û serbest bi zanînê serfiraz û xurt bûne. Destpêka zanînê jî xwendin û nivîsandin e.

Heke îro Kurdistan wêran e û kurd perîşan in, ev du belayên mezin, ji nezaniya xelkê me ye. Xwenda di nav kurdan de kêm in û birê kurdan ê bihtir [bêtir] hê zmanê xwe ê şîrîn nikarin bixwînin û binvîsînin.

Ji ber ko milet nikare bixwîne û binivîse, kitêb, rojname, cerîde û kovarên kurdî dernakevin, ko derketin jî nikarin bijîn, dimirin.

Miletekî bêkitêb û cerîde, miletekî bêzman û bêdeng e, sist e, qedrê wî nayê girtin, heqê wî nayê dayîn û ew milet dibe lehîstoka miletên din.

Miletê ko di vî wextî de naxwîne û nanivîse, ne îşê xwe û ne îşê welatê xwe dikare bizane û wan bigerîne.

Belavkirina xwendin û nivîsandina kurdî, hukumeta Kurdistanê hebuwa bi destê wê dihat qedandin. Lê her wekî îro hukumeta Kurdistanê nîne, belavkirina xwendin û nivîsandina kurdî wezîfeya mezinên Kurdistanê ye.

Mezinên welatê me beg, şêx û axa ne. Beg, şêx û axa pir caran qala peya, eşîr, mirîd û mirovên xwe dikin û ew dizanin ko peya, eşîr, mirîd û mirovên wan xurtî û serbilindayiya wan e.

Mezinên me xweş dizanin ko bêeşîr, bêmirîd û peya, ne beg beg e, ne şêx şêx e û ne jî axa axa ye.

Heye ko bêtirê serekên me, şêx, beg û axayên me heta niho ji bo qenciya peya û mirîdên xwe hin tiştên rind pêk anîne. Lê halê Kurdistanê şanî me dike ko xebata wan an bêrê an bêrêz û tertîb an kêm bû. Wisa ne buwa diviyabû miletê me jî wek miletên din serbest xurt û serefraz buwa.

Mezinên me dizanin ko miletê me ne kêmî tu miletan e û her car bi ya wan kiriye.

Ji ber ko îşê milet di destê wan de bû, ji halê milet ew berpirsiyar in. Ji wan yek bi yek tê pirs kirin:

– Gelo te ji bo pêşveçûna mirov û mirîdên xwe çi kiriye? Em dereng mane, lê destpêkirin nîvê qedandinê ye.

Berî her tiştî divê, serekên me, axa û şêxên me ro berî rojekê hînê xwendin û nivîsandina kurdî bibin.

Bi tîpên kurdî, yê ko dil dike, dikare di nav du mehan de hînê xwendin û nivîsandina kurdî bibe.

Ji wê û paşî divê her serek ji pênc mirovan re dersa kurdî bide û ev pênc peya divê xweş hînê xwendin û nivîsandina kurdî bibin û ko hîn bûn, her yekî ji wan divê ji xwe re pênc hevalên din peyda bike û ji wan re dersê bide, bi vî awayî di salekê de, pênc şagirtên serekekî ji bîst û pênc mirovan re û ew bîst û pênc peyan, ji sed û bîst û pênc hevalan re û ew sed û bîst û pênc mirov, ji şeş sed û bîst û pênc peyayan re dikarin dersê bidin. 

Bi vî awayî di nav du salan de kurd hemî dikarin hînê xwendin û nivîsandina kurdî bibin. Ji gotina jorîn tête zanîn ko serekên Kurdistanê di salekê de du meh her roj divê saetekê ji bo pêşveçûna miletê xwe ji wextê xwe feda bikin.

Hin ji min re dibêjin ko axa, şêx û beg ji pêşveçûna xelkê hez nakin û naxwazin ko sibe peyayekî ji peyayên wan rabe û ji axayê xwe xwendatir bibe. Ev gotin neket û nakeve serê min.

Her wekî peyayên kurd ji mezinên xwe hez dikin, pir caran malên xwe û ko hewce bû di reya wan de canê xwe jî dan û didin, wisan jî mezinên me ji miletên xwe hez dikin û divê hez bikin.

Heke serekên wisa hene, ez ji wan re dibêjim dilê we de janek heye, vê janê ji dilê xwe zû derêxin û bavêjin. Dengê miletê we, wek gum-guma bayekî xurt tê û dike hawar.

Guhê hiş û dilê xwe vekin û guhdariya vî dengî bikin.

Ji dengê miletî xurtir û rastir tu deng nîne.

Di reya pêşveçûnê de, di xwendin, zanîn û nivîsandinê de jî bibin serek û rêberê miletê xwe.

Xulamên milet û welêt ên pêşîn, mîr, beg, şêx û axa ne.

Ezê guhdariya pêjna dengê xwe bikim. 

 

Kamiran alî Bedirxan, Dîbaçeya Dersên Şerîetê / Hedîsên Cenabê Pêxember, Avesta, 2012

 

 

Back to top button