Bi kurtehî dîroka kurda

Wexta em dixwazin li dîroka milletê xwe binêrin; wek zanebûna dîroka Îslamê û pêxembera, ne mimkun e ku bi hêsanî bê tesbît kirin. Lewra dîroka Îslamê ji teref rebbê ‘alemê ve hatîye qeydkirin û hunda nebûye. Belê dîrokên gela, ne wilo ne. Axa derbasbuna zeman bi ser wan dabuya û pir tişt hundayî ne. Jiber vê yekê kes nikare bêje: “Dîroka me, bi her hawayê xwe ev e” Belkî ji hinek delîla tê derxistin ku yek dikare bejê: “Belkî bi vî hawayî be”

Piştî hatina Îslamê, nivîs û qeydkirin dinav milletên Musluman de belav bu. Belê; berya Îslamê, baxusus milletên wek Kurda, nivîs û qeydkirin bikarneanîne. Jiber vê yekê wexta em li dîroka Kurda yî berya Îslamê dinêrin digel hinek buyerên qet’i, em nikarin bi qet’îyyeteke ‘umumî bipeyvin. Di vê çarçovê û zanebûnê de, bi qederê imkanê xwe bi kurtehî emê li dîroka gellê xwey berya Îslamê binêrin.

Gelê Kurd di rojhilat a navîn de, gellekî kevnare ye ku di herêman ji çîyayên Zagros destpêdike heta çîyayên Torosê, bi cî buye. Zimanê Kurmancî di gruba zimanên “Hînd-Ewrupa” de ye. Zimanê Kurdî di nav gruba “Zimanên İranî” de di gruba “Bakurê rojava” de ye. Kurd; mensubê etnîtîsma “Aryan”îyan e. Di dîrokê de ji herêma Kurda re navên wek Kurdistan û mezrabota hatine gotin.

Navê “Kurd” navekî pir kevn e. Hinek lêkolîner dibêjin koka kelîma “Kurd” “Kur” e; ku ev kelîme di zimanê Sumer a de hatîye bikaranîn. Di dewleta Sumer de ji çîya re “Kur” gotine. “Tî” îlawe û pêvek e ku tê me’na ‘aîdîyetê. Bi vî şeklî kelîma “KURTİ” tê me’na “Ehlê çîya, gelê çîyayî” Kevnbuna vî navî heta berya “mîlad” ê 3000 sal e.

Ligor tê zanîn herêma Kurdistanê çîyayî ye. Di zemanên berê de ligor herêma kesa nav li wan dihatine kirin. Hinek dîrokvan dibêjin Kurd jiber di çîya de bun û herêma ku tê de dijîn çîyayî bu, ji wan re Kurtî hatîye gotin, bi vî şeklî hatine navkirin.

Ev navê “Kurtî” ji teref Grekan ve berya 2200 salî bi şeklê “Kurdîenne” (memleketê Kurda) derbas buye. Di kevalbereke (tablet) Sumeran de navê “Kurtîe” derbas buye û hinek zanyara gotîye evana Kurdên berê ne. Li gor G. R Drîver ev cîyê behs tê kirin başurê gola Wanê ye.

Di kevalbereke ku ji Asurîyan maye navê “Kurtî-Qurtîe” derbas dibe. Dîsa G. R. Drîver gotîye “Dibe ku ev der der û dora Bidlîs û herêma Mezrabota be.” Di kevalberên Asurîyan de jiboy Kurtîya dibên “Cinê/mezinên çîya”

Di nîvîsa xwe yî bi navê “The Name Kurd And İts Phîlologîcal Connectîons” de Drîver dibê; “Her çikas cihêbun di navbera Kurtî, Karda, Karduk, Gord, Kord, Kardakes, Kyrtîî de hebe jî tev di dengê “krd/krt” de şirîk in. Ev jî dide nîşandan ku ji kokekê tên.”

Ligor Dîrokvana, gelên di mezrabota de derketine, weke Subaruyan, Kurtîyan, Gutîyan, Luluyan, Kusîyan, Kassîtan, Mîttanîyan, Mannaîyan, Urartuyan, Cyrtîyan, Kardukîyan û Medan bi îhtîmaleke mezin Kurd in.

Nivîs di dîroka Kurda de diçe berya 1000 salî. Baba Tahirê Hemedanî(935-1010) li İranê bi zimanê Kurdî berya 1100 salî nivîsand. Ev Nivîs bi elfaba ‘Erebî bu. Piştî wî 400 sal derbas bu û ‘Elîyê Herîrî(1425-1495) dest bi nivîsandina Kurdî kir. Piştî sed sal derbas bu Feqîyê Teyran(1590-1660) dest bi nivîsandina zimanê Kurdî kir. Di wê demê de Melayê Cizîrî(1570-1640) bi zimanê helbest û qesîdên xwe nivîsandin. Heta gihîştine Ehmedê Xanî(1650-1707) ku piştî “Mela” di nava 50 salî de xuya bu. Wî jî berhem û kitêbên xwe digel ‘Erebî bi zimanê Kurmancî nivîsandin… Bi vî hewayî Kurd gihîştine roja me…

Herêma Kurdistanê

Di dîrokê de cîyê Mezrabota, der û dorê çîyayê Zagrosê û Kurdistanê cihê ye. Lewra nivîs di vê herêmê de dest pe kir. Qasidên xweda li vê herêmê gerîyan û dînê Xweda teblîğ kirin… Teker (çerxe) pêşî li vir zîvirî, teleskop li vir berê xwe da asîmana, helbest li vir hatine nivîsandin, ‘îbadetê li vir dest pê kir. Çemê Dîcle û Ferat di dîrokê de cîh girtin…

Di dîrokê de Kurd

Di dîrokê de pir beg, xunkar û dewlet li Kurdistanê hakim bun. Dîrokvanê Yunan û Roma behsa wan kirin. Di kevalberên Hîtîta de behsa Subaruyan hate kirin. Li gor van kevalbera yên di herêmê de peşî dewlet sazkirine Hurrî bune, ku bi navê Mîttanî dewletek sazkirine. Ligor tê gotin Mîttanî “Qewmê Medyen e” ku di Qur’anê de derbas dibin û Hezret-î Şu’eyb (‘eleyhîsselam) bi qasidtî ji wan re hatîye şandin.

Dibêjin berya “Mîlad” ê bi sê-çar hezar salî, Subaru di herêmê de bun û navê çemê Ferat ji teref wan hatîye dayîn. Ligor tê zanîn Subaru û Hurrî ji kokekê ne. Navê Subaru ya di gotineke din de “Suvar” e. Dibêjin ev kelîme ji kelîma “Şivan” tê.

Belê xuyabuna Kurda di dîrokê de berya “Mîlad” ê bi hezar salî destpêkirîye. Wî çağî “qewmê Med” ku dibin hakîmiyeta Asurîyan de bu, tekoşîn û micadelê li hember Asurîyan dike û berya “Mîlad” ê di sala 612an de dewleta Asurîyan ji ser ruyê ‘erdê radikin û dewleta “Med” sazdikin. Di derbasbuna dîrokê de pêşî bi dewletî dibine şirîkê Farisa yanî dewleta Pers, di pişt re bi îşğala İskender dikevne bin hukmê Makedon a, piştî “Mîlad” ê di sala 30 de jî dikevne bin hikmê Roma û heta fetha İslamê bi sed sala di bin hikmê Roma de dimînin. Di temamê hakîmiyeta de “’Eşîr, Beg û Mîr”a îdare û rêveberîya Kurda kirine. Di qerna 10an û 11an de hinek dewletên wek Merwanî û Şeddadî ji teref Kurda ve têne sazkirin. Heta dikevne bin hikmê dewleta Osmanîyan.

Ji xwe piştî qebulkirina Îslamê tu veşartî tuneye. Êdî di nivîs ne din de emê li ser dîroka piştî qebulkirina Îslamê, bisekinin înşaallah.

Zînnur ZIVINGÎ

Nerîna min :