Polîtîk

Li Kurdistanê partiyek nû

Li Herêma Kurdistanê, partiyeke nû bi navê “Partiya Rabûna Niştimanî” hat ragihandin.

Li gora nûçeya AKnews, Gotyarê partiya nû ya Rabûna Niştimanî, Yûsif Kemal, îro di civîneke çapemeniyê de li hotêl Çarçira ya bajarê Hewlêrê, ragiahnd, em îro bi fermî partiya xwe radigihînin.

Kemal, diyar kir, em ji sibata par ve mijûlî wergirtina mohletê ne lê wezareta navxwe ya herêmê heta niha jî mohleta kar nedaye me û sedema vê jî nayê zanîn.

Gotyarê partiya rabûna niştimanî, got, em dê heta adarê li benda mohletê bin, heke heta wê demê mohleta kar nedan me, em dê dest bi karên xwe yên siyasî bikin û wiha anî ziman, partiya me partiyeke serbixwe ye û bi tu aliyekî ve girêdayî nîne û heta niha me pere ji tu kes û aliyekî wernegirtiye.

Back to top button