Kultur

Nûbihar bi jimara 117an merheba dibêje!

 

Kovara Nûbiharê di bîstsaliya xwe de bi jimara xwe ya 117an bi naverokeke têr û tijeweşiya.

Divê jimara Nûbiharê de nivîsa Gerînendeyê kovarê Süleyman Çevîk giranî liser qetlîma Roboskî û li ser ji bin erdê derketina hestiyên wendayiyan e. Çevikdi nivîsa xwe de rejîmê rexne dike û dibêje “Ji Zilmê re Bêdengmayin jî Zilm e.”

Rohat Alakom li ser Herêma Serhedê nivîsek têr ûtije nivîsiye. Nivîskar nivîsa xwe bi resman ve xemilandiye û li ser Serhedê agahiyêngelek xweş dane.

Osman Tunç û Ali Karadeniz, li ser Seyda Mele Abdullah Varli ku demeke berê wefat kiribû nivîsine û Nevzat Eminoğlu jî bi munasebeta salvegera şehîdbûna Mele Îzzeddîn nivisiye.

Nivîskarê Kurd Seîd Dêreşî nivîseke li ser dîwana Feqiyê Teyran nivisiye. Dêreşî îdîa dike cara yekem ewî dîwana Feqî amadekiriye, kesên li pey wî hatine tevan ji evê xebata wî dizîne.

Sê heb nivîsên li ser edîbên Kurdan balkêş in ûhêjayî xwendinê ne: Rûken Çalıştıranê li ser Mestûra Xanima Kurdistanî(Erdelanî), Tekin Çiftçi li ser Osman Sebrî û İslam Geliş jî li ser Mahmut Baksî nivisiye.

Di vê jimara Nûbiharê de du heb hevpeyvîn hene:Yek bi nivîskarê Kurd Helîm Yûsiv re, yek jî bi mamosteya zanîngehê bi Prof. Sibel Arkonaç re ye.

Hatice Mollakendî nivîseke hîssî li ser zelzeleyaErdîş û Wanê nivisîye.

Wekî din Tehsîn Îbrahîm Doskî, Konê Reş, FelatDilgeş, Bedîuzzeman Seîd Nûrsî, M. Munir Timurtaş, Zahir Ertekin, Hesen Polat,Ziwer İlhan, Mûrad Pola, Rojbîn Ozkan û Bro Omerî bi nivîs û çîrokên xwe di vêjimarê de ne.

Bi helbestên xwe jî Berken Bereh, MehmetBozkoyun, M. Ali Aluç, Hasan Hüseyin Çevik, Ömer Faruk Çetinkaplan, MuhammedKaraboğa, Zilkîf Xweşhêvî, Mehmet Ay, Huseyn Şemrexî, Kudbettin Çelik, SidîqGorîcan, Azad Rêbiwar, Dilêr Zana, Kelhokî, J. Ahmed Yıldız û Bamed Serdar evjimar xemilandine.

 
 

Nûbihar

B.Reşitpaşa Cad. Yumni İş Mrk. 22/29

Tel: 0212 519 00 09 Vezneciler-İST

[email protected]

Back to top button