Polîtîk
Balefirên Tirkiye Kurdistan bombebaran kirin

Peyamnêrê Kurdistantvê yê li Devera Amêdiyê ragihand ku, îşev di saet 7an de çend balefirên Tirkiyeyê dûbare dest bi bordiman kirina her dû Deverên Nirwe û Rêkan kirin.
Çavkaniya han eşkere kir ku, di destpêkê de ev balefirên han çend car bi asmana Amêdiyê û Komelgehên Şeladizê û Dêrelokê de zivrîn û pişt re jî dest bi bordiman kirina her dû Deverên Nirwe û Rêkan kirin.
Peyamnêrê Kuridstantvê ev yek diyar kir ku, di bordimana îşev de ku, bi qasî yek saet û 30 deqîqeyan dom kiriye de Gundên wan her dû Deverên nav hatî bûne armanc lê heta niha di derbarê zererên vê bordimana han de ti agahiyek nehatiye bidestxistin.