Civak

Li Kurdistanê Konferansa Navdewletiya Jin û Aborî saz dikin

Ferda Cemîloglu Seroka Komeleya Xanimên Karsazên Kurdistanê li daxuyaniyeke taybet de got vekirina avahiya komeleyê ku navendekî têda dibê ji bo şêwirîna jinan û jinên xwedî karê Kurdistanê karekî gelek dilxweşker û dîrokiye.

Berî çend rojek li Hewlêrê avahiya Komeleya Xanimên Karsazên Kurdistanê bi awayeke fermî hate vekirin ku eve yekemîn care li Herêma Kurdistanê navendekî ji bo şêwir dayina wan jinan ku li kar dikin yan jî dixwazin projeyek de kar bikin hatiye vekirin.

Di derbarê vê navendê ve ku ser bi komeleyê ye û biryare sûd ji jinên xwedî kar bibexşê, Ferda Cemiloglu got: ” Li rastiyê de em dixwazin jinên xwedî kar û sermaye û xwedî dahat bêne pêş ve û bikevin nav warê bazirganî û aboriyê”. Her wiha got: “Bi navê zêdetir xizmetkirina jinên xwedî kar û ewên ku dixwazin bêne nav warên aboriyê de şêwirîn û pirsiyarên wan de alîkariyeke bê beramber bi wan dikin. Li vî warî de ji bo şêwirînê me çendîn kesên pîspor heye”.

Li berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku rewşa jinan li ruyê kar ve berev pêş çûye, lê belê hê jî negihiştiye asta daxwazên wan û dixwazin jin vekirîtir û azadanetir bêne pêşve. Her wiha got: “Sedan jinên xwedî sermaye û dewlemend hene li nav tevgera bazirganiya Kurdistanê de, lê belê hê jî nayên pêşve heta kar û îşekî din bikin û şîrket û kargehan ji bo xwe vekin”.

Her wiha Ferda Cemîloglu li dirêjahiya axaftina xwe de eve jî eşkere kir ku demeke nêzîk de projeyek didin kabîneya heştema Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo ku li sala 2015 li Hewlêrê kongreyekî navdewletî saz bikin ku taybet be jin û aborî û nûnerên çendîn welatan jî têda beşdar dibin.

Back to top button