Şanda Îtîlafa Nîştîmaniya Sûriye serdana Barzanî kir

Îro pênçşem 19.12.2013 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Ehmed Elasî El Cerba Serokê niha ya şanda Îtîlafa Nîştîmaniya Sûriye û şanda li gel kir ku ji endamên Îtîlafa Nîştîmaniya Sûriye û hejmarek ji kesayetiyê siyasî û serbixwe ya Sûriye pêkhatibûn.

Li destpêka hevdîtinê de Serokê niha ya şanda Îtîlafa Nîştîmaniya Sûriye ji bo rexsandina vê hevdîtinê spasiya Serok Barzanî kir û bi kurtî ji bo Serok Barzanî behsa pêvajoya siyasî û meydanî û miroviya Sûriye kir. Her wiha Serok Barzanî jî ji van hengavên herêmayetî û navdewletiyan agahdar kir ku ji bo sazkirina konferansa Genev 2 hatine avêtin.

Li beranber de Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina şanda mîhvan ya di derbarê derxistina qeyrana Sûriye balkişand li ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê bi girîngiyê ve li qeyrana Sûriye temaşe dike ji ber ku bandora vê qeyranê hemû navçeyê û Herêma Kurdistanê jî li xwe digrê û hêviya eve jî xwest ku her çi zûtire dawî bi qeyran û şer û êş û janên gelê Sûriye bê. 

Li vê civînê de êrîş û metirsiyên teror û tundiyên li ser paşaroja Sûriye û navçeyê hate nirxandin û her dû alî li ser ewe hevre bûn ku teror û tundrewî metirsiyekî mezine li ser paşaroja Sûriye û navçeyê. 

 

Nerîna min :