Civak
Kurdek ji Bayer Leverkusen nîv mîlyon Euro werdigre
Eren Derdiyok, lîstikvanê Kurdê hilbijardeya Swîsre li destpêka vê demsalê de carekî din vegeriya nav rêzên yaneya Bayer Leverkusen a Elmanî bo ku li demsala îsal Bundesliga da yarî bike.
Yaneya Bayer Leverkusen bi awayeke fermî vegerana Derdiyok lîstikvanê yaneya Hoffenheim a Elmanî ya li nav rêzên tîpê ragihand û li vî derbarî de li beyannameyek de ku li malpera xwe ya fermî de belav kiriye wiha nivîsiye “Bayer Leverkusen û Hoffenheim li ser ewe rêkketine ku Derdiyok heta salekê bi awayeke xwestin vegerê Bayer Leverkusen”.
Her wiha eşkere kir ku li beramber wê rêkkeftinê de Bayer Leverkusen nîv milyon Euro dide Hoffenheim.
Eren Derdiyok yarîzanekî Kurdê Bakûrê Kurdistane û stêrekî topa pêya(futbool) cîhane.