Teknîk
Li Kurdistanê çend tuneleke nû têne çêkirin

Wezîrê Avadankirinê behsa çêkirina çend tuneleke nû li Herêma Kurdistanê kir.
Dana Abdulkerim Wezîrê Avadankirin û Nîştecîhkirinê, li daxuyeniyek da ji bo Fermangeha Medya û Zanyarî ya ser bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, projeya wan heye ku çendîn tunelek li Herêma Kurdistanê çêbikin û dibêje: “Tunelek li Derbendîxan, tunelek li Pênciwên li ber destdaye û tuneleke din jî li Çiyayê Metîna tê bi cîhkirin.”
Wezîrê Avadankirin û Nîştecîhkirinê her wiha di derbarê wan tunelên ku heta niha kar têda têne kirin got: “Xweşbextane îsal karîne projeya tunela Pîrmam ji bo xizmeta welatiyan da vekin û projeya tunela Şeqlawe û Herîr kar kirin têda berdewame.”