Rojev

Rojbeyanî: Divê Rakan Cibûrî bê dûrxistin

Ciwan Yunis Rojbeyanî Seroka Lîjneya Navçeya Kurdistaniyên Derveyê Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belavkir û nivîseke nihêniya bi hejmara 28 ku li 17/05/2020 Rakan Ciburî îmza li ser kiriye û pêşkêşî Fermandeyê Operasyonên Kerkukê kiriye, li ser bingeha daxwaza şêxêke Eşîreta Şemer, daxwaz dike ku hejmareke zêdeyê wan malbatên li Erebên hawirdene û piştî (2003) ve ku beşeke zêdeyê wan hatibûn qerebû kirin û vegeraiyane navçeyên xwe li Musil û Tikrît, niha nîştecihê navçeyên Kurdistaniyan bêne kirin û Kurdan jî (Li nivîsê de bi “Elmutecawizîn”, bi nav aniye) bêne derxistin.

Rojbeyanî dibêje: Piştî ku em ji wê nivîsê hatine agahdarkirin, me peywendiyê bi welatiyên wê navçeyê kiriye û me sozê dane wan ku weku Lîjneya Navçeyên Kurdistaniyên Derveyê Herêm li Parlemena Kurdistanê, hemû hewlek didin ji bo rêgirîkirina bi cîh kirina naveroka wê nivîsê. Ji bo wê yekê her zû me li gel aliyên peywendîdar û nûnerên Kurdistanê li Parlemen û Hikûmeta Iraqê guftûgoya babetê kir û me bi wan ragihand ku xwerandina vê babetê li berjewendiya tu aliyek da nabê û bicîhkirina naveroka vê nivîsê nayê qebul kirin.

Her wiha piştrast jî dike ku bi spasiyê ve raste rast piştî peywendiyên me, li Bexda ve Fermandeya Operasyonên Kerkukê hatiye agahdarkirin ku bi tu awayekê wê biryarê bi cîh nekin.

Seroka Lîjneya Navçeya Kurdistaniyên Derveyê Herêma Kurdistanê dibêje: Ev hengavên Rakan Ciburî zengileke metirsîdare û pêwîste her çi zûtire ew kes li wê post û pêgehê bê dûrxistin ji ber ku mayîna wî metirsiye li ser pêkvejiyana li sînorê parêzgeha Kerkukê. Ew hengavên Rakan Ciburî tenê ji bo rakêşana soza eşîretên neteweya Erebe, ji ber ku ji niha da hemû pêkhatên Kerkukê daxwaza dur xistina wî dikin.

Back to top button