Civak
Digot ez pîrozim û bi maçkirinê Korona dikujim, lê ew bi xwe mir

Li Wîlayeta Madya Pradeş zilamek xwe wekî keseke pîroz nasandiye û ragihandiye ku dikarê bi maçkirinê, pejika Korona bikujê.
Li gor nûçeyeke Daily Mail ya Brîtanî, ew zilam eve sê mehe pêketiyê pejik û virusa Korona bûye û paşê jî canê xwe ji destdaye.
Eve jî eşkere kir ku berketina wî li gel çil pêketiyan hebû û 20 kesan jî tûşkiriye ku heft ji wan ser bi malbata wî bi xwe ne.
Polîsê navçeyê jî ragihandiye, heta niha 29 kes ji ber belavkirina nûçeyên wê yekê ku qaşo ew dikarin virusa Korona ji nav bibin hatine destgîr kirin.
Li Hîndîstanê 309.389 kes tûşî virusa Koronayê bûne û 8.890 kes jî ji ber virusê canê xwe ji destdane.