
Rêxistina Berevaniya Maddeyên Hişbir pêşbînî dike ku li seranserê Başûrê Kurdistanê zêdetirê 10.000 deh hezar welatî bikarhênerên maddeyên hişbirin.
Birêveberiya Giştî ya Çaksaziyê li Wezareta Kar û Karubarên Civakî jî dide zanîn ku metirsiya maddeyên hişbir gelek mezine û roj bi roj li zêdebûnê daye.
Hemû salê roja 26.06 roja cîhanî ya rubirûbûna maddeyên hişbir û bazirganîkirina bi maddeyên hişbirane. Li gor rapora dawî ya Neteweyên Yekgirtî li sala 2017 da 271 milyon kes li cîhanê da maddeyên hişbir bikartînin ku dike % 5.6 nîştecihan û temenê wan di navbera 15 heta 64 salî de li xwe dibîne.
Heta niha 17 cûr maddeyên hişbir li Başûrê Kurdistanê hatine dîtin û dest li ser wan da hatiye girtin. Birêveberiyên nehîştina maddeyên hişbir sala derbasbûyî nêzîkî hezar kes bi tometa bazirganîkirin û bikarhênana maddeyên hişbir li Başûrê Kurdistanê destgîrkirine.