Cîhan
Korona bû sedema vekirina 9.000 malperên seksî

Ghada Waly Birêvebera Nivîsîngeha Neteweyên Yekgirtî ya ji bo rûbirûbûna tawan û maddeyên hişbir ragihand, 9.000 neh hezar malperên seksî li asta cîhanê da hatine destnîşankirin ku piştî serhildana Koronayê hatine vekirin û di nava wan de zarokan ji bo karê seksî bikartînin.
Ghada Waly her wiha got: Mayîna malbatan û zarokan li demeke dirêj li ser înternetê wan rûbirûyê metirsiyê dike û renge bikevin torên grubên bazirganîkirina bi mirov û bikaranîna wan ya li warê seksê da.
Her wiha da zanîn li gel girtina tixûb û ragirtina geştên asmanî, niha bazirganîkirina bi maddeya hişbir çûye warê elektroniyê ve.