Civak

Li gundekî Zaxoyê şerê PKKê û artêşa Tirkiyê

Li gundekî Zaxoyê şer û pevçûn di navbera gerîlayên PKKê û hêzên Artêşa Tirkiyê de derket û heta niha jî berdewam e.

Peyamnêrê Rûdawê ragihand, îro li gundê Şeranşê yê ser bi nahiyeya Derkar a Zaxoyê di navbera gerîlayên PKK û artêşa Tirkiyê de şer derket.

Li gor zanyariyên Rûdawê, dengê gelek corên çekan di şer de tê bihîstin û şer bi giranî li  nêzîk gundê Şeranşê û Çiyayê Xantûrê berdewam e.

Hêzên bejayî yên Tirkiyê bi piştgiriya topxane û firokeyên cengî êrîşî ser binkeyên gerîlayên PKKê kirine.

Peyamnêrê Rûdawê li deverê diyar kir, firokeyên keşfê û cengî yên Tirkiyê li asmanê navçeyê difirin.

Herwiha balafireke cengî ya Tirkiyê bilindahiya derdora gundê Şeranşê bombebaran kir.

Ji ber şer û bombebaranê, xelkê sivîl ên gundê Şeranşê û gundên ser bi nahiyeya Derkarê tirsiyane û ji zêdebûna asta metirsiyan li ser jiyana xwe dilgiran in.

Derbarê zirarên herdu aliyan de, hêj ti zanyarî nehatine bidestxistin.

Back to top button