Malper Nivîsar Yekîtiya Kurd an Yekîtiya ENKSÊ û PYDê…

Yekîtiya Kurd an Yekîtiya ENKSÊ û PYDê…

Di destpêkê gelek vekirî dibêjim ku doza Neteweya Kurd, dozeke rewa, dozeke dîrokî,  doza dewletbûn, doza serxwebûnê ye. Doza neteweya kurd, doza her kurdekî ye. Doza begên, serok eşîrên, axayên, şêxên, gundiyên, bûrjûwayên, karkerên, xwendavanên, jinên, mêrên, ciwanên Kurdistanê ne. Ji bona ku Doza neteweya kurd bigihîje armanca xwe, yekîtiya kurdan, yekîtiya temsîlkarên kurdan yên rasteqîn pêwîst e. Loma jî her kurdek vê yekê dixwaze û ji yekîtiya kurdan re piştgir dibe.

Li cem vê yekê ew rêxistinên dixwazin yekîtî ava bikin, kurdan temsîl dikin an nakin ew di yekîtiya kurdan de girîng e.

AQILEKÎ RASYONMAL Û ANALÎTÎK PÊWÎST E…

Di van rojên dawî de jî li Rojavayê Kurdistanê jî yekîtiya kurdan, yekîtiya ENKSê û PYDê tê minaqeşe kirin. Gavên di vê mijarê de hatine avêtin tên analîz kirin û şirove kirin.

Wek tê zanîn beriya vê çend salan jî encama Peymana Hewlêrê û Duhokê (2 caran) jî li Rojavayê Kurdistanê ev mijara kete rojevê. Gelek kesî jî bi niyeta baş ji wê pêvajoyê re piştgirî kirin, lê di encamê de rastiyan li ser pêvajoyê tayînkirî bûn. PKK/PYD peyman xıirab kir. Yekîtiya kurdan jî û yekîtiya ENKSê û PYDê jı ava nebû.

Loma jî dema em îro jî li yekîtiya ENKSê û PYD û li yekîtiya kurdan li Rojavayê Kurdistanê, divê  bi awayekî reş an jî spî nenêrin. Bi aqilekî rasyonal û bi helwesteke analîtîk li mijarê binêrin. Dogmatîk li mesele nenêrin. Em beriya ku bigihîjin encamê divê rewşê baş bê fahm bikin.

DIVÊ KURD BI XWE PİRSÊN XWE ÇARESER BIKIN…

Her dewletek û neteweyek ji bona berjewendiya xwe li mijaran dinêre û çareseriyê jî gorî berjewendiya xwe pêk tîne. Heger dewletek midaxeleyî mijarekere dewletek û neteweyek din dike, bi awayekî erênî jî midaxele bike, divê bê zanîn ku mitleqe di midaxelya erênî de jî berjewendiyeke wî/wê heye.

Loma divê her neteweyek bi îradeya xwe û bi dezgehê û rêxistinên xwe pirsên xwe çareser bike. Neteweya Kurd jî divê pirsgirêkên xwe bi îradeya xwe çareser bike. Lê ji derve alîkarî bigrin. Wê demê di berjewendiya terefan de lihevkirinek dibe. Heger wusa nebe ew dewleta derve zêdetir dibe xwediyê berjewendiyê.

Ji bona vê jî divê em hîn bi balkêşî li ser mijara yekîtiya ENKS-PYDê rawestin ku çima  destên derve di pirsgirêkên wan de derdikeve pêş û ew bi xwe pirsgirêkên xwe çareser nakin. 

LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ HÎN ENIYEK ÎLAN NEBÛYE… 

Li Rojavayê Kurdistanê bi navbeynçitiya, Serokê Kurdistanê û Emerîıka-Fransayê ENKS-PYDê hatine cem hev, gor hatiye diyar kirin di çarçeweke siyasî de lihevkirinek heye. Lê ji çarçewa siyasî girîngtir mijar û pirsgirêkên din hene. Diyar e ku di wan mijar û pirsgirêkan de minaqeşe dom dikin. Ew minaqeşeyan dê li ku rawestin hîn pirr ne diyar e.

Loma min nivîsand got ku li Rojavayê Kurdistanê eniyek tune ye. Heta nûha jî hîn eniyek nehatiye îlan kir. Dema ku ENKSê û PYDê bi hev re yekîtî  îlan kirin, wek enîyek, tîfaqa siyasî û leşkerî, hevkariyek û an jî koalîsyonek ava kirin, wê demê mijar tê qonaxeke din. Li wir mijar û pirsên bên niqaşe kirin qerektereke din qezenç dike.

DIVÊ KURD REALÎST BIN. KARÊN DIKIN Û TÊN KIRIN GOR PÎVANÊN ÎLIM Û RASTIYÊ BI NAV BIKIN: LOMA EZ DIBÊJIM KU KARÊ TÊ KIRIN NE YEKÎTİYEKE KURD/KURDÎ YE; YEKÎTIYA ENKS Û PYD-Ê YE…

Yekîtiya kurdan bi rêxistinên kurd û Kurdistanê ava dibe.  PYDê dema ava bû wek rêxistineke kurd û Kurdistanê ava nebû. Loma jî di navê wê de têgehe “Kurd” û “Kurdistan” jî tune ye. Navê wê, “Partiya Yekîtiya Demokrat” e. Yanî xwediyê nasnameya kurd û Kurdistanê nîne.

PYD, gor ev qerektera xwe jî tevgeriya. Nexwest ku Rejîma Baasê têk biçe. Navê welatê me Kurdistan jî guhert, kir “Bakura Sûriyeyê.” Got ku “axa em li ser, ne axa Kurdan e. Axa kurdan, ereban û kêmneteweyên din e.”

 Dema li ser navê Rejîma Baasê Dîktatorî li Kurdistanê ava kirin û rêvebirî li Kurdistanê damezrandin, gorî vê tevgeriyan.

PYD piştî re jî li Suriyeyê bi navê “Hêzên Demokratîk a Sûriyeyê” tevgeriya.

Li dijî statuya federal  bû û li dijî vê statuyê şer kir.

PYD, rêxistina PKKê ye. PKKê jî rêxistina Kurdên Rojavayê Kurdistanê nîne.

PYDê di hefteyekî û an jî di mehekê de jî naye guhertin, wê demê gorî qerektera xwe dikare yekîtî jî ava bike.

Wê demê Yekîtiya ENKS û PYD nabe yekîtiya kurd û Kurdistanê. Loma ez dibêjim ku  rastirin navê yekîtiya wan, Yekîtiya ENKS-PYDê ye.

Heger rewşa herdu terefan jî bê analîz kirin, diyar e du teref hene, lê 42 partî û rêxistin hene. Ev yeka jî bi serê xwe pirsgirêkeke mezin e.

RASTIEYEKE DIN: LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ BIRYARA YEKÎTIYÊ, KURDÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ DÊ BIDIN…

Kurdistan welatê kurdan e. Lê rastiyeke kurdan û welatê wan heye ku Kurdistan welatê wan bûye çar parçe. Loma jî kurdên hemû beşan xwediyê maf in ku pirsên xwe, bi xwe çareser bikin û di derbarê xwe de biryar bidin.

Kurdên her beşekê jî divê ji hevûdu re bibin alîkar. Lêbelê divê li ser jiyana wan nebin biryardar. Midaxeleyî jiyana wan ya siyasî, civakî, hiqûqî, desthilatdarî û serwerî nekin.

Loma jî em hemû kurd bi giştî di derbarê Rojavayê Kurdistanê de û bi taybetî jî di derbarê yekîtiya kurdan, PYD-ENKSê de bîrûrey û pêşniyarên xwe dikarin pêşkêş bikin. Lê esil biryarê, Kurdên Rojavayê Kurdistanê dê bidin.

DIVÊ SÛRIYE Û ROJAVAYÊ KURDISTANÊ GELEK BAŞ BÊ NAS KIRIN…

Dema ku li Sûriyeyê û li Rojavayê Kurdistanê pirsgirêkek û mijarek bê qise kirin û şirove kirin, divê rewşa Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê baş bê nas kirin. Lewra rewşa Suriyeyê û Rojavayê Kurdistanê gelek bi lez tê guhertin.

Li Sûriyeyê rewşeke gelek li hev şidiyayî û di nav hevûdu de û tevlihev û  wediyê gelek denkleman heye.

Divê gelek baş bê zanîn ku xwediyê Suriyeyê him ne diyar in û him jî her dem tê guhertin.

Rejîma Baasê, Rusya, Îran, Dewleta Tirk, Emerîka û 56 tîfakarên wê, Siûdî Erebîstan, Dûbaî, BAE, Hizbûllaha Lûbnanê, gelek rêxistin, dibêjin ku em xwediyê Suriyeyê nî. Lê ji wan tu yek jî bi serê xwe li ser qedera Suriyeyê desthilatdar nînin.

Loma dema tiştek ji aliyê terefekê de çê bibe, aliyê din gelek bi hêsanî xirab dike. Loma jî her tiştek li Suriyeyê xwediyê potansiyala  guhertine ye. Loma jî tiştekî îro qewimiye, sibê dom nake.

Divê mirov gor vê rastiyê, analîz û şiroveyên xwe bike, helwesta xwe nîşan bide.

Ev rastiya ji bona yekîtiya kurdan û yekîtiya ENKSê-PYDê jî derbas dibe.

Loma divê bi xwînsarî li mijaran û pirsgirêkan bê mêze kirin.

LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ DEMA PEYMANA HEWLÊR Û DUHOKÊ ÎRO FERQEKE MEZIN HEYE…

Dema ku Peymana Hewlêr û Dûhokê çê bû, rewşa Rojavayê Kurdistanê gelek baş bû. Kurdistan parçe nebibû. Kurdistan neketibû bin kontrola Dewleta Tirk û Rûsyayê.

Li Kurdistanê erebbûn ewqas pêş neketibû. Nûha li navenda Kurdistanê li Qamişliyê hejmara ereban ji kurdan derbas bûye.

Di navbeyna kurdan de nekokî evqas zêde nebibû. Kurd bi destên PYDê ewqas nehatibûn kûştin û nehatibûn girtin û li wan êşkence nehatibû kirin. Di nav kurdan de veqetandinek psîkolojîk ya zêde nehatibû rojevê.

Ciwanên kurd nebibûn leşkerên Emerîkayê û li Raqeyê bi hezaran ciıwanên kurd nehatibûn kûştin.

Navê Kurdistanê nehatibû guhertin, Kurdistan hîn nebibû “Bakûrê Sûriyeyê”.

Loma jî JI ALIYÊ YEKÎTIYÊ DE REWŞA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ Û ROJAVAYÊ KURDISTANÊ WEK HEVÛDU NÎNE. Dema ku di navbeya PDK û YNKê de yekîtî pêk hat, Li Başurê Kurdistanê sînora Kurdistanê gelek aşkere diyar bibûn. Herêm azad û federe bû.

Dema yekîtî ava bû, rewş gelek vekirî bû. Hemû hêzan digotin “em kurd in û Kurdistanî ne.” Hemû rêxistinan armanceke mişterek didomandin. Ew jî federalbûna Iraqê û federebûna Kurdistanê bû.

Hezar mixabin dema ku di vê qonaxê de mijarên girêdayî Rojavayê Kurdistanê û pirsa yekîtî li Rojavayê Kurdistanê şirove û analîz bikî, divê em rewşa Rojavayê Kurdistanê bidin ber çav.

JI BONA YEKÎTIYA ENKS-PYD ÇÊ BIBE, ŞERTÊN PÊWÎST…

Ji bona herdu terefan armanceke hevbeş pêwîst e. Lewra nûha armanceke mişterek tûne ye. ENKSê li Sûriyeyê federalîzmê diparêze. PYDê Kurdistanê beşek û herêmek ji ereban dizane.

Divê ku di pirsa Rejîma Baasê de nêrîneke hevbeş çê bibe. ENKSê dibêje ku divê Rejîma Baasê ji holê rabe. Rejîmeke demokratîk, pirr partî û parlamenrterî ya federalî ava bibe. PYDê li dijî rûxandina Rejîma Baasê ye.

PYD nûha wek rêxistineke Rojavayê Kurdistanê tevnagere. Bi PKKê re girêdayî ye. Ji aliyê kurdên Bakûr ve tê birêvebirin. Divê PYDê ji PKK veqete û ji bin bandora PKKê derkeve. Kurdên Bakûr di siyaseta Rojavayê Kurdistanê xwediye rol û mîsyonekê nebin.

PYD, bi destê Rejîma Baasê li Kurdistanê dîktatoriyek ava kiriye. Divê di yekîtiya nû de ev dîktatoriya tasfiye bibe û bê guhertin.

PYDê qebûl bike ku li Sûriyeyê Kurdistan heye û ew jî welatê Kurdan e. Li Kurdistanê kêm netewe jî hene.

Di rêvebiriye de hêzeke çekdar û hêzeke neçekdar dê çewa wekhevî çê bikin, ew pirsgirêkek mezin e. Divê ew pirsgirêke çareser bibe.

Gelo pêşmergeyên Roj dê bên Rojavaya Kurdistanê wek hêzekî otonom tevbigerin an na? Ew jî ji bona yekîtiya ENKS û PYDê gelek girîng e.

SİYASETA EMERÎKAYÊ YA BIHÛRÎ DÊ ÇEWA YEKÎTIYA KURDAN ÇÊ BIKE?

Her çiqas hemû kurd gelek bi hêvî ne ku Emerîka dikare yekîtiya ENKS û PYDê ava bike û PYDê ji PKKê dûr bixe, siyaseta Emerîka bi xwe jî, ji bona yekîtiya kurdan û çareseriya Pirsa Kurd û Kurdistanê bû asteng.

Divê bê zanîn ku Emerîka Li Sûriyeyê di derbarê neteweya kurd û pirsa Kurd de xwediyê bernameyekê nebû. Nûha jî bernameyeke wê tune ye.

Eemerîka çi kir?

Efrîn dema ji aliyê Dewleta Tirk de hat dagirkirin, rê ji wan re vekir, got ku “Efrîn ji derveyî tax û desthilata min e.”

Dewleta Tirk, dema Serêkaniyê û Grê Spî dagir kir, Emerîkayê midaxele nekir, leşkerên xwe ji Kurdistanê kişand.

Kobanî teslîmî Rûsyayê û Rejîma Baasê kir.

Li hemû Kurdistanê encama mutabaqeta Emerîka û Rûsyayê PYD jî sînor 30 kîlometreyî hat dûr xistin. Kontrola Rusyayê û Dewleta Tirk li tevayî Kurdistanê ava kir.

Gelo ew siyaseta Emerîkayê ya şaş dê li Kurdistanê çi ava bike?

Ewê li dijî dagirkeriya Rejîmê, Dewleta Tirk, Rûsyayê dê şer bikin?

Diyarbekîr, 26. 06. 2020  

Îbrahîm GUÇLU

([email protected])

Bê nêrîn

Nerîna min :