Civak

Li Helebceyê peykera Danielle Mitterand hate danîn

 Li gora nûçeya Kurdistan Tv-ê, Îro hevdem ligel dom kirina sêyemîn roj li merasima perseya dosta Gelê Kurd rehmetî Xatû Danielle Mitterand, Peykera vê jî li Bajarê Helebceyê hate danîn.

Di merasimeke de ku, hijmareke zêde Rayedarên îdarî û siyasî yên Kurdistanê û hijmareke zêde Nunerên saziyên medenî û xelkê Deverê jî tê de amade bûn, bi minasebeta koçbar bûna dosta Gelê Kurd rehmetî Xatû Danielle Mitterand peykera vê li Bajarê Helebceyê de hate danîn.

Di merasima han de çendîn peyv û gotar hatin pêşkêş kirin û tekez li ser hewldanên rehmetî yên ji bo nasandina doza Gelê Kurd û piştgîrî kirin ji Gelê Kurd û daxwaziyên Gelê Kurd li ser asta Cîhanê de hate kirin.

Back to top button