Nivîsar

Eve pirsgirêka kurd lê kanê pirsgirêka Kurdistanê?

 

Di rojeva, xwedêgiravî, rawşenbir û siyasetmadarên Kurd û Tirka de, pirsgirêka Kurd!.(Kurd sorunu) heye. Lê kanî pirsgirêka Kurdistanê  gelo?. Ma Kurd dawe mafê kasayatiya Kurdan tinê diken, li Tirkî.?. Loma nebese û ma ne şerme, evqas bêrêzî û evqas bê mirwetî, li hemberî, vî walatê  Kurda, Kurdistanê?.
Her cara go  mirov  xwedêgiravî, li axiftinên, rawşenbirên Kurd û li rewşenbirên Tirka, li ser şaşên tv û barnama û panêlan, wan guhdar û balax we didê wan,û axiftinên wan, tu dibê qay wê, hama aha niha, pirsgirêka Kurd, wê bi yekcarê caraser bikin. Lê tiştek heye go ji bîr dikin!. Walatê Kurda Kurdistanê, ji bîr dikin.!.

Ez maf didime, rawşenbirên Tirka, go xwe bi zanabun, ji pirsgirêka Kurdistan, didine aliyekî, lê çi li, siyesetmendar û rewşnbirên Kurda qawimiye, go xwe divê, politika şaş û lawaz da, xwe didin pêş!. Balkêşe, kesên go Kurd û binavê  Kurdayatiyê,go dikevin nava politikayêde, bi yekcarê, Kurdistan û pirsgireka Kurdistanê, nayinin bîra xwe, û weki go ticara ne bihistin û neyinin bîraxwe?. Mane balkêşe!.

Hinik wê habin, go wê bêjin, weki go pirsgirêka Kurda werê rojevê, bixwere pirsgiraka Kurdistanê ji, wê binê, lê bilaakis, bi vî şeweyî yê politikayê, her diçê, politika Kurd û ya Kurdistanê di şe’hitê (bloke dibê). û bila kes xwe naxapînê jî.

Ew kesên go difikirin, di çaraserkirine pirsgirêka Kurd,de wê, pirsgirêka Kurdistan ji, çaraser  bibê, ev şaşiyake mazine û xwe xapandine, ji ber go pirsgirêka Kurdistan, go newê rojevê, pirsgirêka Kurdan bi xwe jî, çaraser nabit,ez weki Kurd, bi azadbuna Kurdistanê, azad û bextewer dibim, heger  go ez bi pirsgirêka Kurd xwe azad bibinim, ez xwe di xapênim.!.

Heger go Kurd, xwe bi pirsgirêka Kurd û çaraserkirina Kurda, di wata pirsgirake azadbuna, Kurdistanê de, bi hasibênin, ez disa dibêjim, ev şaşik dirokiye, go weki gelek caran disa dirok xwe nudikê, ser asasê dijbariya Kurd û Kurdistanê!.

Pirsgirêk, li gori min, bi zanabun, ji layên hinikan ve, bi ayawek pirefesyonêlî, tête revebirin. Heger go pirsgirêka Kurdistan, li asasê pirsgirêka, Kurd tinê bit, wê hingî, desthilat û xêr naxwezên Kurdistanê, serkefi bin,  di mexsed û di kiryarên xweyên dirokide, û bi vî awayi, cardî, çaraseriya pirsgirêka Kurd û Kurdistanê, rêgir û di şe’hitinin.

Heger go pirsgirêka Kurd tinêbê, ji xwe eger ji ewe, go weki pirsgirêka Asuriya- Kildaniya- Armaniya- Gurciya-Araba- Tirkmanan- lazan- Abazîya-  û hwd, ji layên di weki ol- Mesihi- Alawî- sinni-  şîa- Ezdi û hwd, bidine xûyakirin û weki gelek bûyarên diroki, li gori berjevendiyan xwe yên diji Kurd û Kurdistanê bi guncivin.

Kî çi dibê jê, bila bijê, lê ev yek arişeyeke mezine go, cardi bi vî aweyi, dijberên Kurd û Kurdistanê, dixwazin, sendromake din ya dirokî, bi serê Kurdistanê de binin, ji xwe diyara, ev daxwuyani û hewildanên henê, ji ber go qene pirsgirêka Kurdistan paş guh bikin, pirsgirek, wek pirsgireka Kurd, bidin xweya kirin, û ev pirsgirêk ji, jixwe hatiya şe’hitandin (bloka kirin).

Tirk û rewşenbirên Tirkan, mabestên wa, li gorî wan, ew rastin. Lê ya hari balkêş ewe, go hinik Kurd hene, xwe wekî, siyasetmadar û rawşenbirên Kurdana, xwe didin xwuyakirin û bi bivê politike hinê ya çewt, bi israrin,û xwe li ser Kurd ferz dikin, û mixabin, ya herî balkêş jî, eva henê,ye.!.

Navser Botanî

Back to top button