Qirkirina Dersimê deriyê medeniyetê vekir
Îdeolijiya Fermî a dewletê: Qirkirina Dersimê deriyê medeniyetê vekir
Gulsun Bilgehan dide xuyakirin ku,ew operasyonên ku îro wek qirkirina Dersimê têne navkirin, Dersim ji taritiya qernê kî xilas kir û Dersim gelek pêşxist.
Bilgesu dibêje: Berê xwe bidinê Dersim bajareke ku gelek xwendevan jê derketine, gelek insane ku demokrat û doza demokrasiyê dikin ji devera Dersimêne. Xelkê Dersimê saya sere wê operasyonê(behsa qirkirina sala 1938-ê dike) niha gelek pêşketîne û insane demokrasî xwazin.
Herweha di berdewambûna axvtina xwe de neviya Înonu dibêje: Ew tiştên di dema Îsmet Înonu de çêbûyîn hemi Ataturk bi xwe kirine. Ew qonax dema Ataturk e.
Gulsun Bilgehan dibêje: Ew insane ji Dersimê hatîn sergom kirin hemi bûn xwendevan û insane pêşketî.
Bilgehan dide xuyakirin ku, ew belgeyên serokwezîr xwendin û eşkere kirîn . belgeyên normalin û tu unsure tawanê di wan belgeyan de tuneye.
Neviya Înonu dibêje: Di dema împaratoriya Osmaniya de hinek pirsgirêk hebûn, diviya bi awayekî ew pirsgirêk bihatan çareserkirin. Bê goman her tişt ne li gora mafên mirovan pêkhatiye. Ji bo vê yekê niyetek xirab gotinên Erdogan yên di derbarê Tunceliyê de heye.