Dosya

Naveroka gotara serokê Kurdistanê li Mexmurê

Mesûd Barzanî Serokê  Kurdistanê serdana Mexmûrê kir û li gel çîn û tuwêjên deverê re civiya. Eve jî naveroka gotara  Serokê Kurdistanê ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Xuşk û birayên birêz

Gelek xweşhalim ji bo vê derfetê ku xizmeta we bikim û demeke dirêj bû min dixwest serdana we bikim. Bêguman girîngiya vê navçeyê û rola xelkê navçeyê ji bo me ne wendaye. Qehremanên gelek mezin ji vir derketine û we gelek şehîd dane û li dema şoreşê zehmeteke mezin kişandiye. Ji ber wê yekê her çi ji bo we bê kirin her kême. Ji hemuyan xweştir we mînakeke gelek ciwana pêkve jiyanê pêşkêş kir. Weku Kurd û Ereb li vê navçeyê eve cihê gelek xweşhaliyê ye û bi hêviya xwedê dibê mînakek ji bo hemû cîhên din.

Ez îro ku hatime vir ji bo ewe hatîne serdana we bikîn û halê we bipirsîn û çend birayek ji wezîran jî teşrîf kirine bo ku guh bidin daxwaziyên we û pêdiviyên we, bo ku hewl bidîn yarmeta we bidîn ji bo çareserkirina wan giriftan bi taybetî ewê ku pêwendi bi xizmetguzariyê ve heye.

Pêvajoya Mexmûrê cûdaye

Rewşa Mexmur li gel navçeyên din cûdaye, ku maddeya 140 li wan digre. Lê belê birastî ez jî tênagihim ev guhnedana Bexda ji bo çiye?

Ji ber ku Mexmûr ne ‌bi qanunek ne bi biryarek ku ji wan dihate gotin Meclîsa Qiyadeya Sewre biryarekî îdarî buye. Piştî raperîna 1991, ew jî heta sala 1996 paşê xistin ser Mûsilê gelek bi hêsanî tê çareser kirin. Wekî cihên din ew alozî têda tûne. Birastî gelek jî hewl hatiye dayîn, bi her hal em gelek bi ciddî li ser vê meseleyê de diçîn. Wate ne merce Mexmûr paş bixin heta maddeya 140 tê bi cîhkirin. Birastî maddeya 140 Mexmûrê nagirê. Mexmûr bi qanûn ji Hewlêrê veneqetiyaye. Ji ber wê birastî em wiha muameleyê li gel dikîn, ku Mexmur bi kiryarê beşeke ji Hewlêr. Ez xweşhalim ku guh bidim we. Hikûmeta Herêmê ew projeyên ji bo Mexmûrê encamdaye, ewe erkê xwe ye û bi hêviya xwedê berdewam dibîn. Lê belê cenabê we jî dizanin ku bûdceya Mexmûr diçê Musilê. Ewê ji bo Mexmûrê hatiye kirin hemû ji bûdceya Herême, ku yê navçeyên dine. Lê belê ferqa wê tûne, hun ezîz û birayên me û delalên me ne. Eger tiştek hebê divê beşa we jî têda hebê. Lê belê em divê eve çareser bikîn ku bûdceya we ji Musil bête Mexmûr.

Kar li ser bi cîh gihandina projeya avdanê dikîn

Spas ji bo xweda Mexmûr navçeyekî gelek dewlemende ji bo dexil û dan bi nav û bange û dikarê welatek birêve bibe. Ev projeya avdanê ji bo vê navçeyê meseleyekî gelek girînge. Em bi ciddî li ser kar dikîn bo ku bikarîn pêvajoyeke wiha dirust bikîn. Xelk hemû bi memnûniyê ve rû li vir bike ne ku vir bi cîh bihêlê û ji ber ku xizmetguzarî tûne, rû li bajaran û cihên din bikin. Meseleya baranê di destê xweda daye û divê ji bo wê du’ayê bikîn. Lê belê dîsa jî nabê bi tevahî pişt bi baranê bibestin. Meseleya vê projeyê, bi aliyê min meseleyekî gelek girînge. Ji ber ku li bingehê de welatê me welatekî çandinêye. Eve jêdereke herî serekiya jiyana xelkê meye li Kurdistanê. Ji bo wê yekê ev proje li cem min gelek girînge û ez bi taybetî duvdaçûna wê ya li gel Hikûmetê dikim. Her çi jî pêwîst bike emê bikîn, ji ber ku ez dizanim girîngî û xêra wê ji bo welat bi giştî çende.

Gelek spasiya we dikim

Serokê Herêma Kurdistanê bersîva pirsiyarên cemawerê Mexmûr da: Em rê nadîn ne Kurdek tecawiz bike ser bistek ji axa gundekî Ereb û ne Erebek bi niyaza te’rîbê bê Kurdistanê

Ez birastî derdê we têdigihim derdekî gelek girane. Ji ber ku birastî hun mexdûrin menkûbin ji bo wê yekê her çi ji dilê we were hun bibêjin min, bi serçavan, bi ser seran werdigrim.

Bila ji bîra we neçê heta 2003 Mexmûr li jêr desthilata rejîmê bû. Piştî 2003 jî wekî ku yek ji biraderan got lîstoka 140, belê lîstoka 140 çend salek vê meseleyê anî û bir û niha jî wiha dixuye ku birastî 140 lîstok bê lê belê em qebûl nakîn bila hemû dinya jî bizanê û ji vir jî vê peyamê didim bi hemû aliyek ku yan 140 cîh bi cîh dibê yan tiştekî wiha dikîn ku berjewendiya vî mîlletê têda hebê.

Hemû daxwaziyên we rewane, ez nikarim soza wê yekê bidim we her çi we xwestibe bi cîh dibe. Lê belê soza wê yekê didîn her çi şiyana me da bê bi awayekî taybetî jî bê hewl didîn bi cîh bikîn.

Ewê ez bi girîngî dibînim ji bo navçeya we geşbike û zîndî bibê û ruyê xelkê tê bike berî hemû tiştek projeya avdanê ye eve ji hemuyan girîngtire ji ber ku av jêdera jiyane. Ji bo wê yekê em bi tevahî terkîz dikîne ser vê projeyê, dibe ku bi hêviya xwedê bikarîn xizmetekî mezin pêşkêşî we bikîn. Nexweşxane jî bêguman bi hemû aliyeke xwe ve girînge li dabînkirina pizîşkên jin û birînpêç û hemû aliyên dinên xizmetguzariyên din jî em Wezaret û Parêzgehan bi hêviya xwedê em hemû mijulî ewe dibîn ku çawa pêvajoya we biguherîn.

Ez li vir da daxwaz ji berpirsan dikim dewama wan berdewam bê û dikarin rojên pişû ku nizanim pênçşeme û îniye yan înî û şemiye vegerin û ez wiha dibêjim ji ber ku hîç pişuyeke min tûne ji bo wê yekê nizanim kengê pişuye. Pêwîste ew valahiya li fermangehan da heye bête pirkirin û eve parêzger li vire û nabê cîhek birêvebirê nahiyê nebê û pêwîste dewama xwe bi tevahî bike û eve jî hêsane û berevajiya wê jî bi tu awayekî nayê qebûl kirin.

Hinek pirsiyar di derbarê hinek babetan ve hate kirin ku ji bo min jî gelek girînge, ji bo me jî nabê û nayê qebûl kirin Mexmûr tûşî wê nehametiyê bibê li navbera Hewlêr û Mûsil eve nabê. Xuşkek got biryar bide min dibêjim tu demek min îtîrafa ewe nekiriye Mexmûr beşeke ji Mûsil û eger Mexmur li cem min delal nebuya li vir nedibûm. Lê belê li hinek meseleyên yasayî da pêwîste li gel Bexda runîn û wan çareser bikîn û hêvîdarim bêne çareser kirin ji ber ku eve xedrekî mezine û bi bê wate vê pêvajoyê dirustkir û ez carekî din jî li gel Bexda mijul dibim û hêvîdarim vê carê mesele nebê lîstok û bi cîddî kar li ser bê kirin ji ber ku Mexmûr ne xwediyê aloziya cihên dine û biryarekî îdariye û temam.

Behsa yekrêziyê hate kirin. Belê yekrêzî merce ji bo serkeftina me û bi nîsbeta min eve hemû hizb weku hevin û bi yek çavî temaşa wan dikim û hemû xelkê Kurdistanê ji Zaxo ve heta Xaneqîn û Mendelî hemûyan bi kur û keç û xuşk û birayên xwe dizanim û ez bi yek çavî temaşa wan dikim.

Îro Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye û ew li jiyana welatiyan ve berpirse û ne Partî berpirse û ne Yekîtî û ne hizbekî din. Ew palpiştiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin û Hikûmet jî Hikûmeta hemû xelkê Kurdistane.

Tiştekî gelek asayiye hizb weku hev bîr û hizir nekin tiştekî asayiye. Lê belê ez wî birayî dilniya dikim sibê tirsekî mezin bête ser Herêm û tiştek bibê mesele rojek ku meseleyekî neteweyî bê, hemû alî bi pêkve dibin û ewê din her yeke û li Parlemen axaftina xwe dike û neraziye li tiştek û wê hizbê hez dike hizba din bi tiştek tometbar bike eve asayiye û eve demokrasiyete û demokrasiyet jî eweye nêrînên cûda hebê û hevdû qebûl bikîn. Lê belê dema em dikarin bibêjîn xwedê neke ne yekrêz bîn dema Herêma Kurdistanê bikevê jêr êrîşeke cîddî yan pirsa neteweyî kete ber behs, eger wê demê cûdahî hebê nexweşe, lê belê li hemû wan rûdawên berê birastî yekrêz buyîn û ez ji hemûyan jî memnûnim ji ber ku ez bawerim hemû li wê astê dane berjewendiya bilinda mîllet li ser ruyê hemû hizbayetî û berjewendiyên dine em divê Kurdayetiyê bikîn neku hizbayetî.

Ez nizanim peymana stratejî ji bo çi zerera wê ji bo xelkek hebuye bi berevajiya vê bo çi sûda xelk buye ez hez dikim li wê têbigihim, mumkîne heta ber demekî hestiyarî hebûbê li ruyê hizbî ve ji bo damezrandin yan karkirin li deverek yan cihek, lê belê ez hez dikim cenabê we û hemû xelk jî dilniya bin Hikûmet hakîme ne Partî hakîme û ne Yekîtî hakîme û em jî tedexulekî baş li guherîna berpirsan de dikîn û hemuyan diguherîn. Mumkîne sibê qaymeqamê Xaneqîn bişînim Zaxo yê Zaxo bişînim Xaneqîn ji ber ku eve Hikûmet Hukimraniya xwe dike û hizb jî palpişta wê dibin.

Dibe ku ev tişt heta demek hebûbin, lê belê niha mehale bimîne û hemû xelkê Kurdistan ne weku wê yekê ser bi Yekîtî yan ser bi Partî bê ser bi hizbek bê yan ser bi tu hizbek nebê divê derfeta xwe werbigrê û weku hemû xelk derfet ji bo wê bête dabîn kirin ewê bi şiyana xwe ve eger merc têda hate bi cîh kirin ew rola xwe dibînê Kurdistan yê hemuyane û ev welat jî welatê me hemûyane.

Li gel rêzekî zêde ji bo xebata Partî û xebatî Yekîtî, wê pêvajoya bi xwînî wan û hizbên din û xelk û cemawerê Kurdistanê dirust buye lê belê ku gihîşte wê yekê Hikûmet û kiyan dabimezrênê êdî eve bi hizbayetî nayê kirin. ji ber ku bi yasa û destûr dihête kirin ji ber wê ne Partî bi hêviya eweye hakim bê û ne Yekîtî jî bi hêviye û eger berê jî şaşiyeke wiha hatibe kirin êdî nabê bimînê û bi hêviya xwedê jî namîne.

Ji bo dîtina min jî li xizmeta we dame û bo min jî xweşe xelkê Kurdistanê û van xuşk û birayan bibînim û hemû demek rojane ez xelkê dibînim û mecbûr nebim eslen ez hez nakim wan dîtinan gelek li televizyon jî derkeve nexwe ez dizanim pêvajoya we taybete û birastî hun menkûbin û bi hêviya xwedê divê tiştekî wiha bikîn guhertinek li ser pêvajoya we da bînîn û ez li xizmeta we dame.

Di derbarê axaftina ew birayê ku bi navê hizba xwe ve axaft û behsa hatina birayên Ereb kir ez hez dikim gelek bi rûnî di derbarê wê meseleyê de bipeyvim. Her birayekî Ereb bi daxwaza xwe bixwazê bê li Mexmûr bijî, li Hewlêr, li Silêmanî, li Dihok bijî mala wî ye bi xêr bê bi ser çavan, her Kurdek jî bixwazê li Bexda bijî li Basra bijî li Necef bijî li Mûsil bijî bi daxwaza xwe ye û mala wî ye. Lê belê em rê nadîn ne Kurdek tecawiz bike ser bîstek axa gundekî Ereb û ne Erebek bi niyaza te’rîbê bê Kurdistanê, eve tiştên li hevdû cûdane, eger ev hatin û çûn û mal guherîn û veguhestin hebê tiştekî asayiye eger bi niyeta guherîna demografî bê çi Kurd bîke çi Ereb em qebûl nakîn.

Dixwazim bersîva birayê birêz Şêx Taha bidim û bibêjim eger wekî ku te bi xwe got: We dewleta Mexmûrê pêkanî, bi welatiyekî wê dewletê jî min qebûl bikin.

Bi hêviya xwedê hewl didîn daxwaziyên we bi cîh bikîn em bi cîddî werdigrîn û kar li ser dikîn û hêvîdarim xwedê yarmetiya me bide û bikarîn guherînek li ser pêvajoya we da bînîn. Ji ber ku mafê we ye û vê demê hun gelek mexdûr bûn û yek jî sedemên wê jî ewe bû ku heta 2003 me desthilat nebû li vir û piştî 2003 jî bi sedema gêjawiya wê lîstoka 140 li navbera Hewlêr û Mûsil û Bexda, Hun û navçeyên din wekî ku we girtiye lê belê diyare derdê we kurtire.

Bi her hal ez gelek xweşhalim û gelek spasiya we dikim û hun bira û ezîzê mene û ji bo me şanaziye bikarîn xizmeta we bikîn.

Gelek Spas.

Back to top button