Hisên: Barzanî 5 xal danîn pêşberî Tirkiyeyê

Serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê  Fûad Husên ragehand ku serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî  li ser “agirbesteke demdirêj” di navbera Tirkiye û PKKê de kardike, wî herwiha ew 5 xal ji Rûdawê re kifş kirin ku Mesûd Barzanî ligel berpirsên Tirkiyeyê yên mezin behsa wan kiribû. Fûad Husên ew nûçeyên rojnameyên Tirkiyeyê jî red kirin, ku piştî serdana Barzanî bo Tirkiyeyê di roja 03.11.2011an de belav kiribûn ku Tirkiyeyê “dosyeyeke sor” danîbe pêşberî Barzanî.

 Fûad Husên di hevpeyvîna xwe de ew nûçeya rojnameya  Hurriyet a tirkî ku belav kiribû qaşo karbidestên Tirkiyeyê di dema serdana Barzanî de bo Tirkiyeyê dosyayeke sor danîne pêşberî wî û berpirsên Tirkiyeyê ji Barzanî xwestiye ku agahiyên îstîxbaratê derberê PKKê bide, çekdarên PKK radetî Tikriyeyê bike û pêşmerge şerê PKK bike, red kir û got:

– Ne karê serok e van karan bike û ne jî van karan dike.

Fûad Husên daxuyand ku Barzanî di wan gotûbêjan de qala çareseriya siyasî ya pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê kiriye û di gotûbêjên xwe de ligel berpirsên tirk, Barzanî  5 xal ji bo çareseriyê pêşniyar kirine:
Yekem: Rêya leşkerî ne çareserî ye.
Dûyem: Ne baweriya me bi rêya leşkerî tê û ne jî em dikarin tê de beşdar bin.
Sêyem: Ev pirs pêwîst e bi rêyeke aşitiyane û diyalogê bê çareserkirin.
Çarem: Herêma Kurdistanê bi ti awayî piştgiriya ti hêzê nake ku çekan dijî welatên cîran bikar bîne.
Pêncem: Baweriya me bi şerê çekdarî tune û eger bêjin bi rêya şerê çekdarî digihin encamekê, em bi vî awayî nabînin.
Fûad Husên dibêje:
– Serokê Herêma Kurdistanê ligel rêya çareseriya bi aşitiyane ye û di gotûbêjên xwe de jî ligel berpirsên Tirkiyeyê got divê rêya siyasî peyrew bikin, daku pirsa eminî jî bê çareserkirin.
– Peyama serokê herêma Kurdistanê li Tirkiyeyê peyama aşitiyê bû, naveroka peyamê jî ew bû ku şerê çekdarî raweste û ev jî vekirî hat behskirin ku di dewsa şerê çekdarî de herî kêm niha agirbesteke demdirêj hebe. Gava agirbesta demdirêj jî destpê kir, egera çareseriya leşkerî li Tirkiyeyê lawaz dibe, herwiha rê li ber proseya siyasî vedike ku bingeha mijarê ye.

Hisên got jî ku helwesta herêma Kurdistanê zelal û eşkere ye ku li dijî şer e, herêma Kurdistanê di wê bawerîyê deye ku şer û operasyon meseleya kurd nagehînin armancê û şer ne di berjewendiya herêma Kurdistanê û ne jî di berjewendiya kurdên Tirkiyeyê d eye:

– Em vêga ne di rewşa şoreşvanî de ne, em ne dewlet in, lê dewletdariyê dikin. Baş e, eger em di rewşa dewletdariyê de bin, divê em rêz li yasaya navdewletî bigirin. Divê her kurdek jî van hisaban bo herêma Kurdistanê bike. Lewma nabe em mentalîteya şoreşvanî di dewsa mentalîteya dewletê de deynin û berovajiya wê jî nabe, ev rastî ye. Vêga li herêma Kurdistanê mentalîteya dewletê hukim dike, ne mentalîteya şoreşvanîyê.
– Serokê herêma Kurdistanê li ser ragehandina agirbesteke demdirêj di navbera PKKê û Tirkiyeyê de kar dike, mebest ji  agirbesta demdirêj ne ji bo du yan sê mehan be, lê demdirêjiyeke vekirî be. Serokê herêma Kurdistanê di hemû civînên xwe de li Tirkiyeyê dijî berjewendiya gelê Kurd neaxiviye û qet jî dijî berjewendiya gelê Kurd naaxive, li her cihî qala mafên kurdan kiriye û bergiriya mafên gelê Kurd kiriye.

Derbarê wê yekê jî ka gelo garantî ji Tirkiyeyê hatine wergirtin, eger PKK agirbesta demdirêj ragehand, ew jî êrîşên leşkerî dijî PKKê rawestînin, Serokê dîwana serokayetiya herêma Kurdistanê got:

– Hewldana serokê herêma Kurdistanê bo wê yekê ye ku prose dest pê bike û di dema destpêkirina proseyê de car caran ketin û rabûn tê de dibin, lê tiştê giring ku prose dest pê bike. Rast e, em kurd in û kurd li Tirkiyeyê jî hene, lê bila jibîra me neçe ev meseleyeke navxwe ya Tirkiyeyê ye û di encamê de jî pêwîst e ew hêzên siyasî yên ku li Tirkiyeyê hene, yên kurd û tirk, bigihine peymanekê. Serokê herêma Kurdistanê ji dêvla kurdên Tirkiyeyê ligel Hikûmeta Tirkiyeyê danûstandinan nake, lê armanca serok ew e ku prose dest pê bike, gava prosesê dest pê kir wê bibe beşek ji çareserkirinê.

Berî serdana Barzanî bo Tirkiyeyê, hinek navendên medyayê li Tirkiyeyê belav kirin ku peyama PKKê ligel serokê herêma Kurdistanê ye bo karbidestên Tirkiyeyê, lê  Fûad Husên got:

– Ji bilî peyama wî, ti peyam ligel Barzanî nebûn, serokê Herêma Kurdistanê jî ne peyamhilgir e û peyama ti kesî hilnagire.”
Piştî serdana Tirkiyeyê, Barzanî serdana Belçîkayê kir. Hinek navendên medyaya tirk dîsa belav kirin ku piştî gotûbêjên wî ligel berpirsên Tirkiyeyê yên mezin, Barzanî li Belçîkayê ligel berpirsên PKKê jî dicive. Lê Dr. Fûad Husên red dike ku Barzanî di dema serdana xwe de li Brukselê ligel berpirsên PKKê civiyabe û got:
– Me ti endamekî PKKê nedîtiye û pêwîstî jî bi wê yekê nayê kirin li Belçîkayê PKKê bibînin.

Li gor hinek agahiyên piştrastnekirî, naveroka însyatîfa Barzanî ji 3 xalên pêk tê: 1-Gotûbêjkirin ligel PKKê li Qendîl û Ewropayê 2-Vekişîna gerîllan ji nava Tirkiyeyê 3- komkirina PKKê di nava kampan de li Herêma Kurdistanê.

Serdanên berpirsên Herêma Kurdistanê bo Îran û Tirkiyeyê her carê li ser hilnedana ala Kurdistanê gengeşeyeke zêde di medyaya kurdî de çêdike. Di vê serdana serokê herêma Kurdistanê de bo Tirkiyeyê dîsa ala Kurdistanê nehat hildan, Derbarê hilnedana ala Kurdistanê li Tirkiyeyê, Dr. Fûad Husên dibêje:

– Ne ku li Tirkiyeyê, li Îranê jî ala nebû û em çûn dewletên din jî ala Kurdistanê nebû. Di aliyê qanunî de em beşek in ji dewleta Îraqê. Meseleya danîna ala Kurdistanê li dewleteke din bi tena, wate mikurhatine bi Herêma Kurdistanê weke dewlet. Gava li Belçîkayê ala Kurdistanê û Îraqê hildan, ji ber Belçîka dewleteke federe ye û bi xwe ala Kurdistanê li tenişta ala Îraqê danîbû, lewma Herêma Kurdistanê ne dewlet e ku ala Kurdistanê bi tenê li dewletan bê hildan.

 

Nerîna min :