Cîhan

Pilana lêdana Sûriyeyê amadeye

Qesra Gel, baregayên seroaktiya her sê saziyên îstixbarata Sûryeyê, merkezên peywendiyên leşkerî, cebilxane, bingehên berdana raketên erd-esman û erd-erd, radar, baregayên firqa 4 ku birayê Beşar Esdî, Mahir Esed birêve dibe, xaniyên berprisên mezin û generalên girêdayî rijêmê û hindek cîyên din yên giring hemû di lîsteya armancên qedexeya asmanî û çavdêriya asmanî de ne ku hêzên erebî bi beşdariya Tirkiyeyê û piştgiriay Amerîkayê pilan kiriye.

Li gor wan zaniyariyên ji çavkaniyên ewropî di sewyeyeke bilinde ji Waşmgtonê bi dest rojnameya Alreyî ketine didin xuya kirin ku, ew armancên sûrî ku li jor hatîne destnîşan kirin û kifişkirina bizavên hêzên emnî yên serokê sûrî di kêmtir ji 24 saetan de bên kontrol kirin.

Lê hindek çabkanî dibêjin ku berprisên tirkî ji dostên Sûrieyeyê re gotiye ku leşkerê tirkî neamdeye bikeve nav xaka sûrî û herêmeke aram ji bo wan kesên ji ber zilma rijêma Esed direvin ava bike.

Kî dê bi qedexeya asmanî rabe? çavkanî di bersivê de dibêjin; firokeyên erebî û dibe yên tirkî jî bi piştgiriya amerîkayî. Kengî dê qedexeya asmanî dest pê bike? Wê roja ku lîga dewletên erebî biryarê dide.  Çavkanî herwesa dibêje ku beşdariya Tirkiyeyê di qedexeya asmanê sûrî de nayê wateyê ku hevpeymaniya Natoyê jî beşdar e û Tirkiye bi leşkerê xwe nakeve nav axa Sûryeyê.

Gelo fêdeya qedexeya asmanê Sûrieyeyê çiye? Çavkanî di bersivê de dibêje ku ji sedemên qedexeya asmanî tang, top, erebeyên leşkerî û emin nikare bi serbestî bigerin û  îmkanên hêzên rijêma Beşar Esed ku bi kuratî bajaran topbaran bike û xwepêşnanan jinav bibe namîne.

Hindek ji çavkaniyan ji rojnameya navborî re gotiye ku dê Tirkiye herêmeke azad û aram li ser sînorê navbera Tirkiyeyê û Sûriyeyê pêkbîne, lê berprisên tirk heta nuha didin xuya kirin ku ew dê rê ji firokeyên şerî yên dewletên din  re bide ku balefirgehên tirkî bikar bînin û Tirkiye bi xwe jî dê bi firokeyên şerî yên F16 beşdariyê di pilana qedexeya asmanê Sûryeyê  de bike

Rojevakurd

Back to top button