Cîhan

Li Surî disa xwîn herikî

Desteya Giştî ya Şoreşgerên Sûriyê ragihand ku di xwepêşandanên duh ên li Sûriyê de bi dehan welatî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine kuştin û birîndar kirin.

Çavdêriya Mafê Mirov a Sûriyê ku navenda wê li Londonê ye ragihand ku di xwepêşandanên duh înê yên li Sûriyê de 33 welatî ji aliyê rejîma Baasê ve hatine kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûne.

Duh êvarî dema dawî ku Yekîtiya Welatên Ereb ji bo şanda çavdêrên navneteweyî dayî Sûriyê û ji bo rewşa Sûriyê ji nêz ve bibînin bi dawî hat. Lê Hikûmeta Sûriyê ti bersivek neda Yekîtiya Ereban û di kuştina xwepêşanderan de berdewam bû.

Zêdetirî 8 mehane welatiyên Sûriyê li dijî rejîma Esed xwepêşandanan saz dikin û ji bo ji deshilatê bê danîn. Ji ber sedemê jî bi hezaran kes ji aliyê rejîma Sûriyê ve hatine kuştin, birîndarkirin û girtin, lê hê jî Beşar Esed li ser deshilatdariya xwe berdewam e.(Rudaw)

Rojevakurd

Back to top button