Civak

Li Geverê hate kuştin

Li Geverê kesek bi navê Hecî Îrfan Adsiz ji aliyê hinek insanên nenasve hate kuştin. Li gor agahdariyan Îrfan Adsiz kesek oldar û ne girêdayê tu rêxistinan bû. Lê wek din jî tê gotin ku ew nezikî Huda-Parê bû.

Kuştina Îrfan Adsiz cardin  bû sedemê tirsek ku cardin çeteyîn tarî dixwazin avê şêlo bikin û Kurdistanê xelkek bê xalî xerez bikujin.

Di derbarê kuştina Îrfan Adsizda hereketa Azadî daxuyaniyekl ji bo raya giştç belav kir.

Ev deqê daxuyaniya Tevgera Azadiye ye:

Ji Raya Giştî ya Kurdistanê re

Bismillahirrahmanirrahim

Hecî Îrfan ATSIZê ku li Gevera Hekariyê dima bi destê kesên nenas ve li bexçeyê mala xwe hat kuştin, em ji ber kuştina wî gelekî xemgîn in.

Êrîşên provokatîf yên ku li Bakurê Kurdistanê vediguhe birakujiyê, gelê Kurdistanê diêşîne û ditirsîne.

Di şexsê merhûm Hecî Îrfan ATSIZ de êrîşên li ser şexsiyetên dîndar nayê qebûlkirin. Bi destê kê dibe bila bibe em vê û her cure êriş, birakujî û cînayetên din ên bi şiklekî rêxistinî ku bi desten qirêj li Kurdistanê tên kirin em bi tundî şermezar dikin.

Divê aktorên siyasî, partî û rêxistinên li Kurdistanê bûyerên bi vî rengî bi eşkereyî şermezar bikin û hewl bidin da ku bûyerên wiha zelal bibin. Ji bo ku êriş û kuştinên wiha bi dawî bibin û birakujî bisekine, di serî de PKK, DTK, DBP û HDP em bangî hemû aktorên siyasî, partî û rêxistinan dikin ku ji bo berjewendiyên Kurdistanê wezîfeya xwe bicî bînin û bi berpirsiyar tevbigerin.

Komara Tirkiyeyê û hikûmet jî ku li Bakurê Kurdistanê desthilatdar e li dijî çalakiyên ku qesta can û malên gel dike berpirsiyar e. Gelê me rojên ku bi destê dewletê qetlîam û kuştin dihatin kirin ji bîr nekiriye. Îro jî bi destê dewletê hin kuştin tên kirin. Wezîfeya dewlet û hikûmetê ye ku can û malê gel biparêze û bûyer û hewldanên tarî derxe meydanê. Kêmasiya di vî warî de hebûna dewleta Tirkiyeyê ya li Kudistanê ku li gor me ne meşrû ye, dibe mesele ya nîqaşê.

Em vê bûyera tarî cardin mehkûm dikin û ji bo ATSIZ rehma Xwedê dixwazin. Xwedê sebrê bide malbata wî. 

Serê gelê Kurdistanê sax be.

 14.11.2014 Diyarbekir

Ji bo Maf Dad û Azadiyê Hereketa İslamî ya Kurdistanê / Hereketa AZADÎ

Balkêş e ?
Close
Back to top button