Nivîsar

Li Diyarbekir trajediya ciwanan

Dixwazim di van rojên giring û hinek jî li hev ketî balê bikşinim li ser  mijarek  din û xemgînîya cuwanê li Amedê dijîn.

Cuwanê ku di qozîk û küçê Diyarbekir de meteryalên ku pê ji ser heşê xwe herin dikşinin. Bi sedan kes rewşa wan bi vî hawî ye, êdî bûne ku nikarin bi zelalî bijîn û biryara xwe bidin, mejî yê wan  êdî ne ê wan e. 

polîsê dagirkeran jî çavê xwe ji wan re digrin,  gelek car hatîye ditîn ku  di ber wan de derbas dibin û  di binê simbêlan de dikenin. helbet ! ewê bikenin xort, ji bîr û bawerî yê xwe dur dikevin, ev rewşa wan jî li gor dilê dakirkeran e .

Mixabin hejmara wan çiqa diçe zê de dibe ev  xetereke mezine bo xortê Kurdan.

Divê ku ev mijar bê dest avêtin, dema ku ji hişê xwe diçin nizanin ku çawa tev bigerin û ji civakê re jî di be xeterî, him bi bedena xwe zirarê dibînin him jî bi mejî yê xwe.

Ger dilê wan bixwaze di karin qedexe bikin vê rewşa wan lê ma ewê kî bi pozbilindî li xorta temaşe bikin û bikenin. 

Ji xwe kesek zêde naaxife bi kurdî , em dev ji Kurdayaetî Kurdistanî berdin ya herî rehet zimanê dayikiye ev jî  ha wexte ji holê ra be, çimkî cuwan nezanin û ne perwerdekîrîne.

Li hesabe gelek kesan tê rewşa xorta yî şaş, hinek pere dikevin berîka wan, hinek razîne ji ber kû mejîyê wan ji rastîyê dur dikevin, bi Kurdayetî  najin û doza xwe nakin.  

Lê mixabin malbat jî, civak jî, dagirkerjî haydarin ji mijarê lê kesek dest navêjê nizanim çima .? 

 

ZÎNÊ AMEDÎ  /DİYARBEKİR     

Back to top button