Polîtîk

Tevger li parlementoya Kurdistanê bû

Hevdîtinên heyeta Tevgerê berdewam in…

Heyeta Tevgerê ji bo bi fraksîyonên Parlamentoya Kurdistanê hevdîtinan pêk bîne, serdana parlamentoyê kir.

Li ser navê Lijneya Pêşwaziyê ya Parlamentoya Kurdistanê Birêz Kemal Ebdulkadir, pêşwaziya heyeta Tevgerê kir.

Heyet, pêşiyê bi heyeta fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê hevdîtinek kir. Li ser navê fraksiyona Partî; Cîgirê Serokê Fraksiyona Partî birêz Amîna Zikrî û parlamenterên Partiya Demokrat a Kurdistanê Birêz Mele Anas Dusky, Birêz Şivan Şêx Ehmed û Birêz Merdan Xidir di hevdîtinê de amade bûn.

Hevdîtina duyemîn li ser navê Tevgera GORAN, bi parlamenter Birêz Kahraman Koyî pêk hat.

Birêz Kemal Ebdulkadir, piştî hevdîtinan heyetê li Parlamentoyê gerand û li ser xebatan agahdariyan da. Heyet, çû pirtûkxaneya Parlamentoyê û li arşîva Parlamentoya Kurdistanê ya ji 1992an vir de lêkolînê kir. Ji wê derê jî çû cihê ku civîn û xebatên Parlamentoyê çêdibin û agahiyan girt.

Di dawiya serlêdana Parlamentoyê de, Waar TV bi Sekreterê Tevgerê Kak Serhat Mêrdînî re roportaj kir.

Heyet, piştî serdana Parlamentoyê serdana Dotmîra Kurdistanê Birêz Sînemxan Bedirxan kir. Birêz Sînemxan, arşîva malbata xwe ya taybet bi heyetê re parvekir. Di arşîvê de helbest û nivîsên destan ên Emîn Alî Bedirxan, Celadet Alî Bedirxan û Kamûran Alî Bedirxan hebûn. Serlêdan, bi sohbeteke germ bi dawî bû.

 

Back to top button