Cîhan

Nûnerê serokê Îmaratê pêşwazî li Neçîrvan barzani dike

 

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê û şandeya pê re ji aliyê şêx Sultan bin Zayîd al Nihyan nûnerê serokê dewleta Îmaratê ve hatin pêşwazî kirin.

Di dîdareke dostane de, her du aliyan kêfxweşiya xwe li hember pêşkeftina têkeliyên navbera Kurdistan û Îmaratê nîşan da û tekîd li ser pêşxistina wan têkeliyan kir.

Şandeya herêma Kurdistanê behsa rewş û geşkirina herêma Kurdistanê di warên cuda de kir û got ku, herêma Kurdistanê dixwaze têkeliyên dostane digel welatên deverê û cîhanê hebin û herêma Kurdistanê dixwaze fêdey ji tecrûbeya pêşkeftiya Îmaratê û welatên cîhanê werbigire.

Cenga dijî terorîstên DAÎŞ û serkeftin û pêşdeşûnên pêşmergeyê Kurdistanê li bereyên cenga dijî terorîstan û azadkirina deverek berfireh ji bindestê terorîstên DAÎŞ, hevkariyên navdewletî bo piştgiriya pêşmerge hin mijarên din yên dîdarê bûn.

Back to top button