HDPê serdana PAKê kir
Heyeta HDPê Li Amedê seredana PAKê Kir.
Heyeteke ku ji Hevseroka DTK yê rêzdar Selma Irmak, Parlamentera HDPê rêzdar Mulkiye Birtane, rêzdar Osman Baydemir û rêzdar Fikriye Aytin pêk hatibû îro( 10.02.2015) li Amedê serîlêdana Navenda Giştî ya PAKê kir
Heyeta ku li ser navê HDPê hatibû, ji aliyê Serokê Giştî yê Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK) Mustafa Özçelik û rêveberên PAKê ve hate pêşewazî kirin.
Heyeta HDPê di hevdîtinê de, behsa hilbijartina 7ê hezîrana 2015an û pêwîstiya tifaqa Kurdan kir. Herweha pêwîstiya tifaqeke ku bes ne bi helbijartinan ve mehdût kirî anî zimanî. Û di vê derbarê de, teklîfa tifaqa helbijartinê ji PAKê re anî.
Serokê Giştî yê PAKê rêzdar Mustafa Özçelik jî, xêrhatin û spasiya heyetê kir. Û got ‘’Em wek PAK di derbarê hilbijartinan de di navbera xwe de gengeşîyên xwe didomînin.Di serê meha adarê de, Meclîsa me dê bicive. Û di derbarê hilbijartinê dê siyaseta me zelal bike. Em jibo hilbijartin û tifaqa neteweyî û danûstandinên di navbera Kurdan de, hewldanên xwe didomînin.Gelek hevdîtinên me çêbûne. Hinek jibo diyalogê ne, hinek jî jibo tifaqê nin. Em jibo tifaqa giştî jî, ya hilbijartinê jî, dê li ser esasê parastina nirxên Kurdistanî û bernameya xwe ya jibo bi statubûyîn û azadîya Kurd û Kurdistanê helwesta xwe zelal bikin. Meseleya me ne bidest xistina çend parlementera ye. HDP ê heta nuha di derbarê dan û stendinên xwe û dewletê de tu peywendî bi aliyên Kurd yên li derveyî xwe danenîye. Pirsa Kurdistanê ya hemû pêkhateyên Kurdistanê ye. HDPê diviyabû , berîya ku biryara xwe ya hilbijartinê aşkere bike, ev dan û stendinan li gel hemû aliyên Kurdan bikiribûya.
Lê emê vê pêşniyarîya we ji Meclîsa xwe re bivin û biryara me ya nîhaî dê di civîna meclîsa me de zelal bibe.’’
Hevdîtina PAKê û heyeta HDPê seet û nîvekê domand. Herdu aliyan gotin piştî civîna Meclîsa PAKê dê careke din hevdu agahdar bikin. 10.02.2015
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê