Polîtîk

Li Diyarbekir kombûnek dîrokî pêktê

Li Diyarbekir nêzikî 400 dezgehên sivîl kombûnek pêkanîn. Di vê kombûnê de ji bo sekindina şerê heyî tê sekinandin. Dezgehên sivîl ji hemî deverên Kurdistanê li Diyarbekir kom bûn. Geşbûna şer û xetimandina siyasetê rêya diyalogê de astengên mezin peyda kirine. Ji bo çareseriya vê pirsê dezgehên sivîl hewl didin ku insiyatîfê bistînin û ji bo sekinandina şer aktif kar bikin.

Di destpêka civînê de serokê Baroya Diyarbekir Mehmet Emin Aktar axavtinek kir. Aktar di axavtina xwe de got: “ Siyaset xetimiye , rêya diyalogê tê girtin, em dezgehên sivîl yên herêmê ji bo bikaribin dengê xwe bigihînin raya gistî li vê derê kom bûne. Em dixwazin di serî de hukumet herkesek guh bide dengê me. Sibe dibê ku em kesekî ku guh bide banga xwe jî nebînin.“

Dezgehên sivîl sibe daxûyaniyek hevbeş amade dikin û ji bo raya giştî belav dikin.

 

Back to top button