Polîtîk

Avakirina hukumeta Iraqê ber bi çareseriyê ve diçe

Serokê lîsta hevgirtina dewleta qanûnê Nûrî Malikî li gel serokê komara Iraqa federal Celal Talebanî pêkanî û di navbera vê civînê de ragihand, ku êdî astêngên li pêşîya pêkanîna hukûmeta nû ya Iraqê ber bi çareserbûnê diçe.
 
Malikî weha jî got, ku rewşa aloza Iraqê ber bi çareserbûneka yekcarekî ve diçe û dûrkevtina alîyên siyasî ji hev bi egera nerînên cuda jî kêm bûye.
 
Ji alîyê xwe ve jî serokê komara Iraqa federal Celal Talebanî daxwaz kir, ku gavên baş bên avêtin û zemîneka baş bê sazkirin, da ku rêkevtinek rasteqîne di navbera alîyên siyasî de bê avakirin û ji bo avakirina hukûmeteka hevbeş a niştîmanî lez bê kirin.

Back to top button