Nivîsar

Çima bersivek tineye?

Gelek caran di derbarê pêwendiyên  PKK-ê, û Ocalan li gel dewleta Tirk yan jî li gel hinek dezgehên tarî di nav dewletê de têne gengeşekirin. Eve demeke medya Tirkî jî berdewamî li ser van têkiliyan disekine û di vê derbarê de gelek belgename belav kirine. Pêwendiyên PKK-ê li gel dewletê gelemperî ji sê serkaniyan derdikeve. Ev hersê serkanî jî li gora xwe di hinek waran de belgeyan belav dikin.

Beşek insanên berê di nav PKK-ê de xebat kirîn di hevpeyvîn û nivîsên xwe de behsa pêwendiyên PKK-ê û dewletê dikin, behsa destê dewletê yê tarî di nav rêxistina PKK-ê de dikin.Ev kesayet di nav PKK-ê de berpirsiyarên bilind wergirtine û demek dirêj radeya duyem, sêyem berpirsiyar bûn. Heta hinek ji van kesan piştî Ocalan xwedî biryar bûn di nav PKK-ê de.

Hinek partî û siyasetmedarên Kurd  bi awayekî gelek girîng îdia dikin ku destê dewleta Tirk di nav PKK-ê de heye û gelek berpirsiyarên bilind di nav PKK-ê de wek zilamên dewletê dinirxînin, jê vê wêde îdia tê kirin ku Ocalan bi xwe li gel dewletê kar kiriye.

Hinek berpirsiyarên hêzên çekdarên Tirkiye, berpirsiyarên Istixbarat a Tirkiye(Mit) û taybetî di vê dema dawî de medya Tirkî li ser îdiayên pêwendiyên di nav PKK-ê û dewletê de disekine û gelek hevpeyvîn û lêpirsîna di vê derbarê de belav dike. Piştî pirsgirêka rêxistina Ergenekonê li Tirkiye derketî holê û di vê derbarê de hinek kes hatîn girtin û dadgeh kirin, pêwendiyên Ergenekonê û PKK-ê jî di nav îdianameyan de cih girtin û di vê derbarê de taybetî jî rojnama Taraf gelek belgeyên ku ji hêzên çekdarên Tirkiye peyda kirîn belav dike.

Niha li vê derê pirs ewe ku ji gelek aliyan ve pêwendiyên PKK-ê û dezgehên tarî di nav dewletê de û hêzên çekdarên Tirkiye di rojevê de ye û rojane di medyayê de hinek belgê di vî warî de tên belav kirin. Bê goman ev gengeşeyên tên kirin û belgeyên tên belav kirin, gelek pirsan jî tînê rojevê. Lê tişta balkêş ewe ku di vê derbarê de PKK û derdora wê û dezgehên piro PKK tu tiştekî nabêjin. Ji xwe kesên ji wan cuda bûyîn û kurdên din yên ku behsa pêwendiyên PKK-ê û dewletê dikin, di cih dê ji aliyê PKK-ê ve bi xiyanetê tên itham kirin û wan kesayetan wek zilamên dewletê nav dikin. Lê tu caran bersiva îdiayên wan nadin û li ser gotin û rexneyên wan qet nasekinin.

Dema belgeyek di rojnameya Tirki de derdikeve, piraniya caran bi awayekî hinek kes yan dezgehên muxatabê îdiayan bin bersivekî didin. Bersivê wan hinekan ikna dikin yan jî nakin ne girînge, lê xwe muxatabê van îdiayan dibînin û li gora xwe tiştekî dibêjin. Lê tu deng ji PKK-ê û hinek berpirsên BDP-ê dernakeve. Ev yek, ev bê dengiya PKK û derdora wê bi awayên cuda tên nirxandin. Di siyasetê de dema îdiayek bête kirin ji bo berpirsiyariya li himber gel divê bersiva wê îdiayê bête dayîn. Dema ev neyê kirin bi awayekî rastiya wê îdiayê tê qebûl kirin.

Raste dê demekî de gelek tişt eşkere bibin. Hêdî wî demî wê kesek nikaribe ji rastiyê bireve, lê piştî çi? Divê berpirsiyarên PKK-ê û BDP-ê, bersiva van îdiayên tên kirin û van belgeyên tên belav kirin bidin. Siyaseta ku mirov ji derê xwe herkesekî din dijmin ilan bike, herkesek rexneyekî bike bi xiyanetê bête itham kirin, rê li rastiya nagire.

Guhertinên di nav dewletê de çêdibin, minaqeşeyên di nav dezgehên dewletê û hêzên din de tên kirin û ji hemiyê giringtirîn ev dema ku statoku, kemalîzm û hîmên cumhuriyetê tên minaqeşekirin, wê gelek derz bikevin diwarên statukuyê, ronahiya di van derzan re derdikevê wê gelek bûyerên tarî  eşkere bike, ev yek belkî bi awayekî rastiya hemî îdiayên tên kirin derêxe holê.

Siyasetek vekirî, şefaf û ber bi çûyina civatek sivîl vê gelek avên şilo zelal dibin. Dema mirov ne bi lûla tifengê bi hevre bide û bistîne rastiyek din jî derdikeve holê. Roj bi roj tevgera kurd jî nêzikî vê rastiyê dibe.

18.07.2010
Dara Bilek

Back to top button