Polîtîk

Misilman vê carê ji bo Kurda meşiyan

Li Stanbulê hinek dezgehên sivîl ji bo sekinadina şerê qirêj meşiyan û dengên xwe ji bo sekinandina şer gihandin raya giştî. Dezgehên sivîl wek IHH, Mazlum-Der, Platforma Anadolu û gelek komeleyên din bi hevre ji bo sekinandina şerê qirêj xwepêşandanek pêkanîn. Xwepeşandanan bi kurdî û tirkî şîar avetin û hinek pankrat jî bi herdu zimanan nivîsandibûn.

Xwepêşandan heta meydana Teksîmê meşiyan û li vê derê daxûyaniyek ya çapemeniyê xwendin û tê de armanca xwepêşandana xwe gotin. Şîarên balkêş ev bûn. “ Bila ji bo birayetî û aşitiyê çek bê deng bibin“, “ Tişta tu ji bo xwe dixwazî, ji bo birayê xwe jî daxwaz bike“, “ Gelên misilman birane“, “ Misilman sere xwe ji zilmê re natewînin“, “ Bila çek bê deng bibin da şerê qirêj bisekine“, “ Bijî biratiya gelan“

Xwepeşandanan xwestin ku, hêzên çekdarên Tirkiye operasyona bisekînînin û PKK jî hêdî çekan kar neyne. Da ku mirov bikaribe di warek aşitiyane de bi hevre aşitiyê ava bike.

Ev dezgehên sivîl wek rêxistinên olî-îslamî di raya giştî de tên nasandin.

Back to top button