Civak

Operasyon:Kurdistan dişewite

Li devera tixûbê Kurdistana Başûr û sê kujiya di navbera Şirnex, Dihê û Xesxêr de çiyayên kurdistanê gelek bi zanebûn  dema operasyon dibin tên şewitandin. Rojan agirê bi çiya dikeve ji ber germa havînê berdewam dibe û gelek deveran belav dibe. Gelek rez û darên fêkî yên ku di van çiyayan de hene dişewitin. Hinek ji van dewerên dişewitin wek deverên qedexekirî hatine ilan kirin. Xelk dema rezên wan tên şewitandin nikarin tu awayî ji bo qedexebûnê mudexele bikin.

Keda xelkê deverê ya di van çiyayan de hemî telef bûye, şewat ji bo pêz û heywanan cihê çêrê nahêle û xelk mecbûr dibin pezên ji bo debara xwe xwedî dikin difroşin. Ev operasyon ziyanek mezin dide xelkê û jiyna xelkên deverê gelek nexweş kiriye. Heta ev şer berdewambe dê jiyan li xelkê Kurdistanê yên li van deveran dijîn bibe jehr.

Ji bo vê yekê sekinandina operasyonan û çelakiyên çekdarên PKK-ê ji bo jiyana xelkê deverê pêwistiyekiye.

Back to top button