Polîtîk

Piştî ku Beşar bû serok rewşa gelê kurd li Surî xirabtir e

Îro berî deh salan Beşar el-Esedê ku hingî 34-salî bû, wek serokê nû yê Sûriyê sund xwar. Serokatiya wî hêviyine ji bo guhertinê çêkirin, ne tenê li cîhana rojava. Tevî ku ew wek kurê Hafiz el-Esed ê mirî ligel berdewamkirina siyaseta bavê xwe bû, lê di heman demê de mirov bawer dikir ku teknoratê ciwan ê ku li Londonê hatiye perwerdekirin, wê bikaribe di dewletê de guhertinekê pêk bîne.

Lê ev hêvî bi cî nehatin – hêviyên gelê kurd li Sûriyê jî bi cî nehatin. Tenê di sala 2009ê de KurdWatch 175 doz lêkolîn kirin, ku Kurd ji ber sedemine siyasî hatin girtin. Di not ji van dozan de doz hatin vekirin. Li dijî tawanbarên gumankirî bi taybetî bendê 307 (gurkirina pêşhikumên nijadî û mezhebî) an bendê 336ê yê qanûna tawanan (beşdarbûna di xwenîşandanan de) hatin bikaranîn. Da ku li dijî mirovî li gor van bendan doz bê vekirin, têr dike ku mirv di zemawendekê de mûzîka kurdî bilîze yan jî beşdarî xwenîşandaneke aşityane ya li dijî rêjîmê bibe. Li dijî alîgir û endamên partiyên kurdî yên sûrî gelek caran li gor bendê 288ê (endametiya komeleyeke siyasî yan civakî ya xwedî nasnameyeke navneteweyî bêyî pêşpejirandinekê) doz tên vekirin. Ev partî hîn jî qedexe ne, tevî ku ew tenê doza guhertinên di çarçeweya sîstema heyî de dikin. Di zindanê de bi şêweyekî berdewam tê işkencekirin – ji bo sala 2009ê KurdWatch bi giştî 23 doz lêkolîn kirin, ku bi kêmanî kesek ji ber işkencekirinê miriye. Bi taybetî endam û alîgirên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) a nêzîkî PKKê rastî işkenceyan tên. Ne diyar e bê derketina ji Sûriyê li çend kesan ji ber sedemine siyasî hatiye qedexekirin – lê ev yek pirê caran wek alaveke ji bo dîsîplînkirina çalakvanên dijber tê bikaranîn.

Herweha di dema Beşar el-Esed de ti »kêşeyên kurdî« yên mezin nehatiye çareserkirin: Wek mînak ta niha dora 300 000 Kurdên bê nasname li Sûriyê dijîn, ku mafê wan ê perdeweyê, hilbijartina azad a pîşeyê, milkiyet û çûn û hatina bi azadî bi şêweyekî mezin sînorkirî ne. Piraniya wan li Sûriyê çêbûne û li gor qanûnê nasnmaeya sûrî ji mafê wan e. [PDFê daxîne]. Li şûna peydakirina çareseriyan kêşeyên nû hatin çêkirin: Bi stendina biryara derxistina mersûmê 49ê di îlona (September) 2008ê de [PDFê daxîne] firotina malûmilkên di hindirê bajaran de li herêmên sînor bêyî ruxsetan nema dikare bê kirin. Vê yekê ji ber danûstandina hişk a dezgehên cuda yên ewlekariayê derbeyeke mezin bi taybetî li parêzgeha Hisiçayê xist.

Herweha rûbirûbûna di navbera Kurdan û hêzên ewlekariyê yên sûrî de, ku ta niha xwedî mezintirîn encam, di dema serokatiya Beşar el-Esed de pêk hat: Di adara 2004ê de li Qamişloyê xwenîşandanên zordaryane yên mezin dest pê kirin û li seranserî Sûriyê belav bûn, ku dewletê ew bi hemî hêza xwe çewisandin. Encam 32 kuştî û hejmareke nenas ji birîndar û girtiyan bûn [PDFê daxîne]. Piştî bûyerên Qamişlo di gulana 2005ê de şêx Xeznewî hat kuştin, ku bi ihtîmaleke pir mezin hêzên ewlekariyê yên sûrî li pişt kuştinê bûn. Herweha di çarçeweya ahengên Newrozê de kuştî hebûn, cara dawî di adara 2010ê de li Reqayê dema hêzên ewlekariyê yên sûrî gule berdan girseyê [Agahiyên bêtir li ser vê meseleyê]. Hîn jî rêzek ji kuştinên leşkerên kurd di artêşa Sûriyê de nehatine zelalkirin.

Mirov dikare bi kurtî bêje ku deh salan piştî ku Beşar el-Esed bû serok, ew guhertinên ku wî di axavtina xwe ya sundxwarinê de soza wan dabû, ta niha negihane gelê kurd li Sûriyê.

 

(Kurdwatch)

Back to top button