Civak

Divê zarok bêne parastin

Berpirsê rêxistina parastina zarokan li parêzgeha Duhokê diyar kir, di karek deh rojî de navên 622 zarokên karker hatine tomarikirin û diyar bûye ku piraniya zarokan li pêşesaziya Duhokê kardikin.

Ebdula Masîkî berpirsê rêxistina parastina zarokan ji bo rojnama Ewro daxûyaniyek da û got: “ Tîmeka gerok ji aliyê rêxistina  me û polîsên sinêle û geşepêdan û çavdêriya civakî hatiye rêkxistin û ew lêpirsîn encam daye û diyar bûye ku zarokên karker di bazarê Duhokê de ber bi zêdebûnê ne.“
Masîkî da xûya kirin, ku lêkolînek  sala 2007-ê hatibû kirin û têda navên 2565 zarokên karker hatibûne tomarikirin û hemû jî ew bûn ku kar li tirafîk û bazarî û cihên geşt û guzarî dikirin.

Masikî berdewambûna daxûyaniya xwe de got: “ Ji ber vê yekê li 7.7. 2010-ê lêkolînek nû hatiye kirin û di heyama deh rojan de navên 622 zarokên karker  hatine berhevkirin û piraniya zarokên kardikin li pêşesaziya Duhokê ne û temenê wan ne yê karkirinê ye.“

Berpirsê rêxistina parastina zarokan diyar kir ku, wê nirxandinek li ser rewşa kar û temenê wan bête kirin, eger temenê wan di bin 18 saliyê de bin, dê ji kar bêne dûr kirin.“

Nûçe:Hayfa Doskî

Back to top button