Civak

Li Dîlokê bobelata lehiyê

Li bajarê Dîlokê bobelata lehiyê qewimî. Li ser rêya navbera Dîlok û Rihayê de, ji ber zêdetirîn barîna baranê lehî rabû. Otobusek û tirimbêlek ber lehiyê ketin. 5 rêwî ber avê ketin û heta niha cesedê 3 kesa hate dîtin. Ji bo 2 kesê din jî xebatên lêgerînê dewam dikin. 

Rêwiyên ku di nav otobusê de asê man û orobus dema ber bi lehiyê ket, camê otobusê şikandine û derketine ser otobusê ku canê xwe xelas kirine. 

Nasnameya 3 kesa a ku ber bi lehiyê ketin û can dan diyar bû. Halime Arslan, Firaset Gul û Ayişe Aksoy kesên ku jiyana xwe wenda kirie.

Hate ragihandin ku Halime Arslana ku jiyana xwe wenda kiriye, li Zanîngeha Qersê xwendekar bûye.  

Back to top button