Polîtîk
Generalê Amerîkî: Me leşker şandine Tirkiyê
Amerîkayê leşker şandine Tirkiyê. Generalê Fermandariya Hêzên Ewrupayê yê Amerîkayê Mark Hertling, di daxuyaniyeke xwe de îfade dike ku Amerîka yê, ji bûyerên ku li Suriyê rûdidin re girêdayî, leşker şandine Tirkiyê.
Generalê Amerkî Mark Hertling wiha dibêje: “Heta niha ji me alîkariya leşkerî nehate daxwaz kirin. Ji herêma Ewrupa, berî demeke kin me hejmareke hindik leşker şandine Tirkiyê. Ji ew leşkeran beşek ji wan ji bo îstixbaratê tên bikaranîn.”
Generalê Amerîkî diyar dike ku, Fermandarê Hêzên Bejahiyê yê Tirkiyê orgeneral Hayri Kivrikoglu diyar kiriye ku, li ser sînorê Suriyê nêzika 140 hezar penaberên ku ji Suriyê hatine hene û di warê lîkariyê de Tirkiye alîkariya her cure bicîh tîne.