Polîtîk

Osman Baydemîr bi Yaşar Kemal re hate ba hev

Nivîskarê ku eslê xwe Kurd e yê bi nav û deng Yaşar Kemal, deriyê mala xwe ji Şaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Osman Baydemîr re vekir. Osman Baydemîr, ligel hevjîna xwe çû serdana Yaşar Kemal. Baydemîr, ji Yaşar Kemal xwest ku, ji bo bi dawî kirina greva birçîbûnê a bêdem û bêdorveger, ku 44 rojin nêzika hezar girtî didomînin, piştgiriyê bide wan û ji bo çareseriyê hewl bide.

Hevdîtina di navbera Baydemîr û Yaşar Keml de nêzika seetek û nîvê dewam kiriye. Yaşar Kemal di derbarê greva birçîbûnê de wiha gotiye: Êşa herî mezin ev e ku mirov, mirina kesekî a birçîbûnê temaşe bike ye.”

Yaşar Kemal diyar kiriye ku, li hemberî mirinan bêdeng mayin, li dijî mirovahiyê ye û,”îro ev mirovên ku bi mirina xwe ev tiştên ku daxwaz dikin, di demokrasiyê de mafê her mirovî ye. Niha çareserî pêkan e. Ger ev çalakiya çareser nebe, mirin çêbibin, gunehê vê li ser milê desthilatdar, çapemenî û li ser milê me hemûyan e. Rêya ku diçe aşîtiyê vekirin, peywira me hemûyan e. Ez li hemberî her mirovî ku ji bo aşîtiyê dixebite, hurmeteke mezin nîşana wan didim.”

 

Back to top button