Nivîsar

Gelo Herêma Federe ya Kurdistanê dê bibe dewletek serbixwe?

Li dinyayê di dawiya salên 80-yî de guhertinên gelek girîng, bingehî û dîrokî pêk hatin. Li dinyayê avabûnek nû dest pê kir. Hebûna dusîstemî ji holê rabû. Dinya bi awayekî din jinûve parva bû û statuyek nû qezenç kir. Sîstema sosyalîst hat hilweşandin.

Rejimên otorîter girêdayî du sîstemiya dinyayê, li ser piya disekinîn. Piştî ku dusîstemiya dinyayê ji holê rabû, rejîmên otorîter, totalîter û faşîzan ji bona, ku bên guhertin, pêvajoyek nû dest pê kir. Ev jî bû sedem kû li dinyayê proses û pêvajoya demokratîkbûnê pêş bikeve û xûrt bibe.

Li Rojhilata Navîn jî, girêdayî dusîstemiya dinyayê rejîmên otorîter û nedemokrat jiyanên xwe dimeşandin. Ew rejîmên otorîter, bes rejimên ku bi Sîstema SosyalîstÎ re girêdayî nebûn. Rejîm û dewletên bi Dewletên Yekgirtî Yên Amerîkayê re girêdayî jî, rejîmên otorîter û nedemokrat bûn.

Loma jî guhertinên li dinyayê pêk hatin, raste rast li ser Herêma Rojhilata Navîn jî bandor danîn.

Guhertinê herêmê piştî ku di sîstema sosyalîst de guhertin çêbû, li Yekîtiya Sovyetan gelek miletan dewletên xwe ava kirin, Duwarê Berlînê hilweşiya û miletê elman yekîtiya xwe pêk anî,  li dinyayê li “Şerê Sar” dawî hat, dest pê kir.

Li Rojhilata Navîn guhertina destpêkê piştî Şerê Kendavê (Korfezê) ya yekemîn dest pê kir.

Iraq bi Yekîtiya Sovyetan re girêdayî bû. Her çiqas li Yekîtiya Sovyetan guhertinên demokratîk û bingehî pêk hatin bûn jî, girêdayî vê li Iraqê guhertin pêk nehatin. Li Iraqê rejîma baasî û seddamî ya otorîter û faşîst jiyana xwe didomand.

Iraqê, di sala 1991-an de Kuweyt dagir kir. Neteweyên Yekbûyî biryar girt, ku Iraq li Kuweytê dagirkiriya xwe dawî bîne. Lê rejîma baasî û seddamî ev daxwaza pêk neanî. Biryar hat girtin ku Iraq bi zorê ji Kuweytê bê derxistin.

Di encamê de jî Iraq mecbûr bû, ku encama şer û bi îttîfakek dinyayê ji Kuweytê derkeve.

Ev şera di hûndirê Iraqê de jî bu sedem ku guhertin pêk bên. Li Iraqê hêvî çêbû ku desthilatdariya otorıter ya faşîst bê guhertin, li îraqê pêvajoya demokratîkbûnê dest pê bike.

Lê ji bona vê guhertinê bes Kurd amade bûn. Lewra jî miletê kurd ji bona ku piştî salên 1975-an li hemberî rejîma otorîter ya Iraqê jinûve dest bi şerê çekdarî kiribû, ji bona guhertinê amade bûn. Loma jî di şertên şer de serîhildana kurdan di bajaran de dest pê kir.

Lê hezar mixabin mûxalefeta ereban ji vê yekê re hem amade nebû û hem jî muxalefeta ereban bir giranî bi Îranê re girêdayî bû. Guhertina rejîma baaasî û seddamî dê bibûya sedem, ku li Iraqê rejîmek bi Îranê re girêdayî, ava bibe.

Hêzên navneteweyî û di serî de jî Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê nexwest, desthilatdarî bikeve destê hêzên, ku bi Îranê re girêdayî ne. Lê xwestin ku li Iraqê sîstemek kontrolê çê bikin.

Di wê navberê de rejîma baasî û seddamî bi çekên kîmyevî êrişî Kurdistanê û gelê Kurdistanê kir. Kurd mecbûr bû, ku ber bi îranê û Tirkiyeyê birevin. Nêzikî 600.000 kurd hatin li sînora Başurê û Bakûrê Kurdistanê rawestin û jiyana wan bikeve bin xeteriyek mezin.

Piştî vê qerasatê Dewletên Yekgirtî yên Amerîkî û hevalbendên wan û Tirkiyeyê bi hev re biryar girtin, ku li Iraqê herêmek tampon û azad ava bikin. Ew herêma jî gelek xwezayî bû, ku li Kurdistanê ava bibe.

Bi herêma azad,  rejîma baasî û sedamî ya faşîst hat sînor kirin; hat qedexe kirin, ku balefirên baasî li ser wê herême bifirin û operasyona çê bikin.

Miletê kurd, encama vê siyasetê û herêma azad li beşekî Kurdistanê desthilatdar bû. Kurdan dest pê kir ku sîstemek demokratîk, parlemanî, pirpartitî ava bikin.

Di sala 1992-an de partiyên Kurdistanê PDK û YNKê, biryara federalbûna Iraqê û federebûna Kurdistanê dan. Ev biryara piştî encama hilbijartina giştî, Meclîsa Kurdistanê ava kirin: Meclîsa Kurdistanê, ev biryara partiyên Kurdistanê ya dewleta federal erê kir.

Kurdan, gorî sîstema federal ya di pêşerojê de li Iraqê ava bibe, li Kurdistanê dest bi avakirinê kirin.

Li Iraqê rewşek gelek xerîb û dualîst derket holê. Li beşekî mezin yê Kurdistanê rejîmek demokratîk ava dibû. Li beşa ereban rejîma otorîter û faşîst didomand.

                                                           *****

Ev rewşa dualîst di Şerê Kendavê yê 2-emîn de ji holê rabû.

Di sala 2003-an de Dewletên Yekgirtî yên Amerîka û hevalbendên wan biryar dan ku li Iraqê rejîma baasî û seddamî bê guhertin.  Rûsya, Fransa,  Elmanya li dijî ev projeya Emerîkayê derketin. Lê Emerîkayê û hevalbendên wan, ev projeya xwe pêk anîn.

Piştî şerekî dijwar li Iraqê guhertina rejîmê pêk hat. Seddam û hevalên wî hatin darizandin û hatin ceza kirin. Li herêma ereban bi giranî erebên şiî û partiyên wan desthilatdar bûn.

PDK û YNKê jî li Kurdistanê desthilatdariya xwe xûrttir kirin.

Piştî ku rejîma baasî û sedamî hat rûxandin, gelo rejîmek çawa û dewletek çawa? li Iraqê  bû pirsek gelek girîng.

Ereban dixwestin ku dewletek unîter û lê têda mafên kurdan jî bi cî û cî bibe diparastin.

Di nav kurdan de du nêrîn hebûn. Nêrînek ew bû, ku  Iraq ji 16 eyalatan ava bibe. Ev nêrîna ji aliyê Celal Telabanî de dihat parastin. Amerîkayê jî piştgiriya vê nêrînê dikir. Nêrînek jî ew bû, ku Iraq bibe dewletek federal, Kurdistan û Erebîstan jî bibin welat û herêmên federe. Ev nêrîna ji aliyê Mesud Barzanî de dihat parastin.

Encama gelek gengeşiyan û xebatên dûrûdirêj û dijwar, li Iraqê dewleta federe û gorî wê jî rejîma demokratîk ya pirpartitî û parlamenî hat pejirandin.

Di çerçaweya vê paradigmayê de ji bona avayî ya dewletê û rejîmê makezagonek hat amade kirin. Ew makezagona, di sala 2005-an de bi referandûma gel hat erê kirin.

                                                        *****

Girêdayî Makezagona nû li tevayî ya Iraqê û li Kurdistanê dewleta federal ava bû. Kurdistan bû heremek federe. Lê herêma ereban nebû federe. Loma jî li Iraqê ji dewleta federal zêdetir dewletek konfederal ava bû.

Dema ku makezagon hat erê kirin, ji derveyî Kurdistanê apareta dewletê hatibû hilweşandin. Leşker ji holê rabûbû. Dezgeha suxurê (îstîxbaretê) û polîsan jî ji holê rabibûn. Dewletek ne mîlîter hatibû holê.

Li Kurdistanê pêşmerge gelek xurt bû û hemû derzgehên Kurdistanê wek dezgeha dewleta federe karên xwe dimeşandin.

Di wan şertan de derfet hebû ku Kurdistanek serbixwe ava bibe. Lê desthilatdarên Kurdistanê di vê pirsê gav neavêtin. Li benda reya giştî ya dinyayê û Rojhilata Navîn, bi taybetî jî li benda ereban, tirkan, farısan, Emerîka û hevalbendên Emerîkayê man.

Dema ku hilbijartina giştî pêk hat, li Kurdistanê ji bona Kurdistana serbixwe referandûm pêk hat. Kurdan ji sedî heştêyî ji Serxwebûn û dewletbûna Kurdistanê re, got erê.

Dewlet a serbixwe ya Kurdistanê avakirinê em bidin aliyekî, pirsa Kerkukê ya dîrokî ku bibû sedem ku Otonomiya Kurdistanê ya sala 1970-yî bê rûxandin jî, çareser nebû. Qedera Kerkukê bi referanduma 2004-an re hat girêdan. Hezar mixabin şertên  wê referandûmê heta îro jî pêk nehatine. Hezar mixabin gorî reya giştî ya Kurdistanê çareserkirina Kerkukê mimkun nîn e û berpirsiyarên Kurdistanê jî, di pirsa Kerkukê de dudil in.

                                                      *****

 Dema pirsa Kerkukê çareser nebû û berpirsiyarên kurdan jî dudil tevgeriyan, wê demê hikûmeta navendî ya federal a Malîkî, ji destpêkê de ji bona ku dewleta federal tasfiye bibe, dewlet bibe dewletek unîter, xebat kir; ji bona vê, hewildanên xeter pêk anî. Leşkerên navendî gelek caran şand Kurdistanê.

Bi taybetî jî di van salên dawî de hewildanê xeter yên Malîkî zêdetir bûn. Siyaseta Hikûmeta Kurdistanê û Hikûmeta federal, her ku çû jihevûdu dûr ketin.

Malîkî ji îdealên azadî, demokrasî û serxwebûna Iraqê dûr ket. Ji bona ku dewleta Iraqê ji aliyê miıtarîst te xurt bike, ji Rûsyayê û ji Komara Çekî, bi 6 mîlyar dolaran çek kirî.

Di pirsa petrol, butçe, pirsa Sûriyeyê, Îranê, Emerîka û demokrasiyê herdu hikûmet ji hevûdu dûr dikevin.

Di van rojên dawî de herdu teraf rûniştin pirsan çareser bikin. Her çiqas ji aliyê prensîban de lihevûdu kirin pêk hat jî, ev prensîban neketin jiyanê.

Loma jî di van rojên dawî de serokê Kurdistanê bi hemû partiyên Kurdistanê re civîn pêk anî. Di vê civînê de biryarên gelek girîn hat pejirandin. Ji bona ku pirsgirêkên bi Baxdayê re niqaşe bikin û pirsgirêk çareser bibin heyetek hat teşkîl kirin.  Heyet ji hemû partiyan ava bû.

Berdevkê Serokatiya Kurdistanê Umêd Sebah di vê derbarê de daxuyaniye da Rûdawê û got ku:

“ Ger di demeke diyarkirî de daxwazên kurdan neyên cîbicîh kirin, wî wextî kurd bi awayekî yekgirtî bijardeyekê ji xwe re hildibijêrin û biryara xwe didin. (…)

“ Di civînê de biryar hat dan ko şandeke Kurdistanî bê pêkanîn û serdana Bexdayê bike, da peyama herêma Kurdistanê bighîne aliyên siyasî yên Bexdayê. Bi taybetî digel Îtîlafa Niştimanî ko ji Tevgera Sedir, Encûmena Bilind ya Îslamî û Fezîle û piştre ligel Hevpeymaniya Niştimanî rûnin, piştre digel Iraqiye jî rûnin, da daxwazên serekî yên herêma Kurdistanê bighînin hemû aliyekî, ji wan re bibêjin ko di demeke diyarkirî de divê bên cîbicîh kirin. “

Umêd Sebah ji du pirsên girîng yên sereke qal kir:

“Yekem; cîbicîhkirina rêkeftinnameya Hewlêrê û duyem jî cîbicîhkirina wan 19 xalên ko berê di navbera herêma Kurdistanê û Hevpeymaniya Niştimanî de hatine mohrkirin, bi baweriya me ger ew her du xal di wextekî diyarkirî de bên cîbicîhkirin rewş bo Iraqê bi giştî baş dibe û ew pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî asayî dibin. Ev daxwaz ko berê rêkeftin li ser wan hatiye kirin, aliyên şî’e jî razîbûbûn, lê belê niha mixabin xwe vedidizin, ger bê û di demeke diyarkirî de neyên cîbicîhkirin wê demê kurd bi awayekî yekgirtî bijardeyekê-rêyekê ji xwe re hildibijêre, biryara xwe dide û wiha ligel rewşê tevdigerin. “

Umêd Sebah qala çend binpêkirinên Malikî jî kir:

“Qala wan binpêkirinên Malikî hat kirin ko derheqê herêma Kurdistanê de dike. Yek ji wan pêkanîna Fermandeya Operasyonên Dîcle, herwiha dixwazin ji butceya 2013-ê kêmtirîn pişk bigihe herêma Kurdistanê, ev mijar jî hatin gotûbêj kirin. “

                                                                 *****

Ew qewimandin jî diyar dikin ku li pêşiya Başûrê Kurdistanê ji derveyî dewletbûnê tu rê nemaye.

Civîna serokê Kurdistanê û partiyên siyasî jî vê yekê gelek aşkere diyar dike.

Min li rêzênjorîn jî, pêvajoya avabûna Dewleta Federal a Iraqê û Dewleta Federe ya Kurdistanê bi zelal anî ser zimên û diyar kir.

Ev pêvajoya dîrokî û rewşa demî ya Kurdistan tê de dijî gelek aşkere derdixe holê, ku li Kurdistanê ji bona Dewleta Serbixwe ya Kurdistanê miletê kurd amade ye. Jii bona dewletek serbixwe hemû dezgeh jî hene. Raya giştî ya dinyayê û Tirkiyeyê jî, Herêma Federe ya Kurdistanê wek dewletek bi nav dikin.

Wûsa diyar dike, ku bi zihniyeta faşıst û baasî ya Malîkî re jî dewleta federe nikare bimeşe. Lewra ji bona dewleta federe demokrasiyek federal, têgihîştî, beşdarîbû, plural pêwîst e. Malîkî ji vê çandê û tevgerê gelek dûr e.

Loma jî, ji bona ku Herêma Federe ya Kurdistanê û ereb ji hevûdu veqetin şert pêk hatine.

Ev şertan bes ji bona kurdan ne, ji bona erebên sunî jî pêk hatine. Erebên sunî jî dixwazin ji erebên şiî veqetin, bibin dewletek serbixwe.

Ji bona dewletbûna Kurdistanê ez di wê baweriyê de me ku Tirkiye, Emerîka û piraniya dewletên yekîtiya Ewrupayê jî amade ne. Bes Rûsya, Çîn, girêdayî siyseta wan ya Îranê û Sûriyeyê li dij xuya dikin.

Ji bona dewletbûnê Kurdistanê di hemandem de jî şertên herêmê jî êrênî ne.

Berpirsiyarî û biryar dayîn maye li ser milê Serokê Kurdistanê, Hikûmet û berpirsiyarên din yên Kurdistanê.

Amed, 20. 12. 2012

Îbrahîm Guçlu
([email protected])

Back to top button