
Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê 3 keç ji aliyê çekdarên PKKê ve hatin revandin.
Aktîvîsê siyasî li Rojavayê Kurdistanê, Dara Hesrî ji BasNewsê re got, çekdarên PKKê yên bi navê Ciwanên Şoreşger li bajarê Amûdê 3 keç revandin.
Dara Hesrî her wiha got, ew keçên han hemû jî 15 salî ne û navê yekê Hediye Ebdulrehîm e, navê yekê Evîn Celal û navê ya din jî Ayana Idrîs e.
Wî aktîvîstê kurd da zanîn jî, dê û bavê wan keçan çûne baregeha PKKê bo zanîna rewşa zarokên xwe lê çekdarên PKKê li wan dane û demek kurt jî girtine.
Rêxistina Ciwanên Şoreşger berdewam keç û xortên biçûk yên Rojavayê Kurdistanê direvîne û piştî meşqê wan dişînin eniyên şer û didin kuştin.

