PolîtîkRojev

Serok Barzani pêşwaziya Wezîra derve ya Swed kir

Serok Mesûd Barzanî îro 23ê Mijdara 2021ê pêşwazî Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde kir.

Di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraqê, hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê, gefên terorê, hizra tundûtûjiyê, girîngîpêdana bi kultura demokrasî û mafên mirovan hatin guftûgokirin.

Her di vê civînê de, her du alî ji bilî amajepêdana bi dostaniya gelê Kurdistanê û Swêdê, hebûna hejmareke mezin ji welatiyên Kurd û revenda Kurdî li Swêdê, wek pireyeke bihêz ji bo firehkirina pêwendî û dostaniya di navbera her du gelan de zanîn.

Di dirêjahiya civînê de, pêzanîna Wezîra Derve ya Swêdê ji bo xweragî û qurbanîdana gelê Kurdistanê û hêzên Pêşmerge di şikandina teroristên DAIŞê hebû û hewlên Herêma Kurdistanê yên ji bo parastina pêkhateyan, pêkvejiyan û bihêzkirina rola jinan di jiyana giştî de, bilind nirxand.

Her di wê civînê de, Serok Barzanî spasiya welatê Swêdê kir ku di rojên teng de her dem piştevana gelê Kurdistanê bû û helwesta wê ya mirovdostane ji xebata gelê Kurdistanê re hebû.

Herwiha spasiya hikûmeta Swêdê kir ku di şerê li dijî teroristên DAIŞê de, piştevaniya hêzên Pêşmerge kir û daxwaz kir jî, dostanî û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Swêdê zêdetir bêne berfirehkirin.

Back to top button