Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî Wezîra Derve ya Swêdê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde kir.

Di hevdîtinê de, Wezîra Derve ya Swêdê amaje bi dostaniya Herêma Kurdistanê û welatê xwe û rola girîng û diyar a revenda Kurdî li Swêdê kir û bi rêz û pêzanînê, rola Pêşmergeyên Kurdistanê di şikandina DAIŞê de bilind nirxand.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bilî spasîkirina Swêdê ji bo piştevaniya li Pêşmerge di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de, behsa çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û karkirina bi arasteya bihêzkirina jêrxaneya aborî û berfirehkirina jêderên dahatê kir.

Rewşa Iraqê ji piştî hilbijartinên Encûmen Nûneran û girîngiya çareserkirina pirsgirêka koçberên li ser sînorê Belarus û Polandiyê, mijarên din ên guftûgoyan bû.

Nerîna min :