PolîtîkRojev

Serokê herêma Kurdistanê û wezîra derve ya Swed civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde kir ku di çarçoveya serdaneke fermî de hatibû Hewlêrê.

Di hevdîtinê de hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encamên wan, pêwendiyên Swêd û Herêma Kurdistanê, veberhênanên Swêdê yên li Herêma Kurdistanê, rewşa koçberên Herêma Kurdistanê, kampa Holê li Rojava û êrişên DAIŞê hatin nirxandin. Her wiha li ser sîstema yasayî û dadwerî li Iraq û Herêma Kurdistanê û rewşa keşûhewayê û bandorên guhertinan li ser Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Barzanî û Linde di civînê de behsa aramiya Iraqê kirin û tekez li ser giringiya lihevkirina aliyan li ser paşeroja siyasî ya Iraqê kirin û pêwîstiya berçavgirtina daxwazên Iraqiyan kirin.

Li aliyê din herdû aliyan di hevdîtinê de rewşa jinan li Iraq û Herêma Kurdistanê jî hat gotûbêjkirin û aliyan li ser başkirina şert û mercên ku jin bi awayekî aktîf beşdarî pirosesa siyasî ya welat û rêveberî bibin danustandina bîr û ramanan kirin. Her wiha bal hat kişandin ser girîngiya parastina demokrasî û azadiyan.

Di hevdîtinê de mijarên weke peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, peywendiyên li gel cîranên Iraqê, rewşa navçeyê û dadgehkirina endamên DAIŞê hatin gotûbêjkirin.

Back to top button