Li Tirkiye bilindbûna nirxê Dolarê Amerikî li himber lîreyê Tirkî, bazar tevlîhevkiriye. Her îro nirxê dolar li himber lîrê Tirkî gihat 13.5 û vê yekê bandorek mezin li rewşa sutemaniyê jî kir û bihabûnek ne di xeyala kesekî de çêdibe.
Li gora rewşa heyî ji 25ê vê mehê pêde litreya benzînê lireyekî biha dibe.Herweha dizel 70 kuriş û LPG jî 90 kurişî biha dibe. Bi vê bihabûnê litreya benzînê ji 8,65 lireyî dibe 9.65 lîrê Tirki.