CivakRojev

Li Amêdiyê di navbera PKK û Tirkiyê de şer derket

Li navçeya Amêdiyê ya Duhokê  şeva borî li devera Zinarê Kêste şerekî giran di navbera gerîlayên PKKê û hêzên Artêşa Tirkiyê derket.

Li Zinarê Kêste şeva borî şerekî giran çêbû û Tirkiyê jî du navçeyên Amêdiyê bombebaran kirin, heta serê sibeha jî dengê balafiran dihat bihîstn.

Balefirên Tirkiyê sînorê herdû nahiyeyê Kanî Masî û navenda qezaya Amêdiyê bombebaran kir.

Rêveberê Nahiyeya Kanî Masî Serbest Sebrî ji Rûdawê re ragihand, 4 helîkopterên Tirkiyê di şerê li Zinarê Kêste de beşdar in, herweha Geliyê Bazê li wî sînorî hat bombebarankirin û dengê balefiran li navçeyê heta derengî şevê jî berdewam dihat bihîstn.

Derbarê ziyanan de jî, Serbest Sebrî ragihand, ti ziyaneke canî di nava sivîlan nebûye, lê tirs û dilgiranî li cem xelkê navçeyê çêbûye.

Nişteciyekî gundê Belave bi navê Faiq Belaveyî jî ji Rûdaw re ragihand, Tirkiyê 4 caran li ser hevdû, gundên Sergelê û Sigêrê li sînorê devera Nihêlê ser bi navenda qezaya Amêdiyê ve bombebaran kir.

Back to top button