Lavrov: Nusra 450 Kurdên dîlgirtî kûşt
Sergey Lavrov Wezîrê Karûbarê Derveyê Rusya ragihand ku rêxistina El Qaîdeyiya El Nusra 450 Kurdên ku di destê wan de dîlgirtî bûn kûştine
Sergey Lavrov Wezîrê Karûbarê Derveyê Rusya li hevpeyvîneke taybet de li gel televizyona El Alema Îranî kir. Lavrov got: Rêxistina El Nusra şeva dûşemê li Tel Abyad 120 zarok û 330 jinên Kurd kûştin.
Her wiha Lavrov got: Eve ne cara yekeme ku rûdawên bi vî şeklî rû didin. Tundî gelek bilind bû divê demeke zê de bête rawestandin. Her wiha Lavrov bang li hemû rêxistinên navdewletî kir ku vê bûyerê şermezar bikin. Lavrov: Berê jî me dîtibû ku li hember êrîşên terorîstî de hinek endamên konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî bê deng mabûn. Van êrîşan opozisyon dikin, nabê mijara terorê de dû alîtî çê bibe. Eger ew şervanên ji derve hatine dernekevin wê her dû alî jî xwe tûne bikin.