Tirkiye li pişt siyaseta bê Kurdkirina Rojava ye
Eve demeke dirêje ku li Rojavayê Kurdistanê li hemberî Kurdan ji aliyê rêxistinên El Qaîdeyî raste rast êrîş têne kirin. Babetên kî, çima, ji bo çi êrîş dikin, armanca van êrîşan, rewşa dawiya Rojavayê Kurdistanê, Kurd çi siyasetek bikin baştire, rola Kurdên perçeyên din li ser Rojava çiye, me hevpeyvînek li gel Dr Veysel Ayhan Serokê Navenda Lêkolînên Aştî li Rojhilata Navîn ya Navdewletî kir.
Ayhan balê dikşîne li ser wê yekê ku li Rojava siyaseta bê Kurdkirina Rojava û vala kirina axa Rojava tê meşandin û li pişt vê siyasetê jî destên Tirkiyê û ew welatên ku naxwazin bi awayeke demokratik Kurd bigihin mafên xwe heye.
Rojeva Kurd: Gelo sedemên wê yekê çi bûn ku ji destpêka heyva Temmuzê ve şer û pevçûnên li Rojava tundtir bihêztir bû?
Dr. Veysel Ayhan: Rewşa Rojava heta temmuza 2013 an ewqas başbû ku mirov nedikarî beranberiyê li gel Halep, Humus û Hemayê bike. Her çende li warê xwe gihandina pêdiviyên xorekên bingehîn û elektrik û kehrebeyê de kêşe û pirsgirêk hebû, lê belê stratejiya rêya sêyem ji bo Kurdan derveyê şer bigre gelek serketî bû. Lê belê di demên dawî de piştî ku rikeber û opozisyona Ereb li hember Esad lawazbûn û zanîn ku nikarin Esad bi rêyeke leşkerî têk bibin, hêzên herêmiyên ku piştgiriya grubên El Qaîdeyiyan dikin ji bo destkeftên Kurdan ji holê rabikin berê xwe dane stratejiyeke wiha ya nû. Madem “Esad nakeve wê demê êdî vîn û îradeya leşkerî û siyasiya Kurdên Suriye bişkînin” bi encama vê stratejiyê dijî hemû Rojava şer destpêkirin. Ew grubên li pişt El Qaideyiyên li nav Artêşa Azad ya Suriyê de, ji xwe dijî ramana Kurdistanê û dijî Kurdan xwedî helwestên neyînîne. Bi kurtî planeke wiha kirin û xwestin Kurdan ji axa Suriyê derînin û Rojava bê mirov bihêlin. Destpêkirin ku Enfalê li Suriyê bikarbînin. Niha dixwazin li Rojava Enfaleke din ya Kurd pêkbînin. Bi mixabinî, hinek Kurd raste rast an jî bi awayeke din li vê Enfala Kurd de dixwazin rola xwe bilîzin.
Rojeva Kurd: Başe, li gor raya we ev siyaseta bê mirov hiştina Rojava heta çi radeyekî serkeftî bûye? Li pişt vê siyasetê cihê destê çi hêz û aliyan heye?
Dr Veysel Ayhan: Siyaset û armanca valakirina Rojava û di dema Bees de destpêka salên 1960 an de destpêkiribû. Ew Erebên ku li ser axa Kurdan hatibûn bi cîhkirin, beşek ji wan niha li gel grubên El Qaîde dixwazin bi giştî axa Kurdan bistînin. Li vir da beşeke serkeftinê bi destxistin. Kurd nikarin dermanek ji Serêkaniyê bişînin heta Kobanê. El Qaîdeyiyên ku 3 km dûrî Serêkaniyê bi cîh bûne, axa Rojava li nav hundirê xwe de kiriye dû beş. Îro li navbera van dû beşan de herêmek ketiye destê rêxistinên Nûsra, Ketîbeyên Faruk û Tevhîd. Ji ber wê yekê jî axa Rojava li nav xwe de bûye dû beş. Efrîna li herêma Cizîrê li warê cografîk ve ketiye destê Ereban. Niha jî dixebitin ku beşên dinê Kurd û Kurdistanê bixin bin kontrola xwe û li Rojava de mirovên Kurd nehêlin. Li Tirkiyê û Kurdistana Iraqê bi sedhezaran Kurdên Rojavayî dijîn. Beşa herî zêdeyê wan ji jin û zarok û xortan pêktê. Heta niha sedî %15 ê Kurdên Rojava ax û warên xwe vala kirine. Eger ev şer li ser van axan jî belav bibe û evder bikevin jêr kontrola Ereban, hejmara Kurdên ku koçdikin, demeke kurt de wê ji %50 an derbas bibe. Bi vî awayî jî tu serkeftineke demkî bi dest xistine lê belê hê nekarîne siyaseta bê Kurd hiştina Rojava bi cîh bikin. Politikaya Bees ya bê Kurdkirinê îro rêxistinên wekî Nusra birêvedibin. Bi kurtî em dibînin ku li hember Kurdan hem hevrik û opozisyon û hem jî Bees heman politikayan bi cîh dikin.
Kî li pişt vê siyasetê ye, di serî de Tirkiye û ew welatên ku nekarîne pirsa Kurd bi awayên demokratikî çareser bikin hemû li pişt vê siyasetê ne, li pişt hêza siyaseta bê Kurdkirina Rojava û komkujiya Nusra ne. Mixabin li welatên vê herêmê û civaka wan, dema ku mijar Kurd be, bi hêsanî li gel Bees û Nusra hevkarî dikin û alîkariya wan dikin.
Rojeva Kurd: Gelo li vî warî de Kurdên Rojava dikarin siyaseteke çawa birêvebibin?
Dr Veysel Ayhan:Pirseke gelek girînge û birastî divê herî zêde li ser vê babetî guftûgo bêne kirin û bi awayeke baş bête nirxandin. Partiyên wekî El Partî û Azadî raste rast siyaseta PYD rexne dikin, PYD jî wan partiyên tawanbar dike ku û dibêje ne girêdayî doza neteweyî ne. Heta îro li Rojava û siyaseta partiya wan ya serekî PYD destkeftên mezin bi dest xistin. Kurd li derveyê şer man û bajarên Kurdan ji aliyê rejîma Bees ve nehatin rûxandin. Eger Bees raste rast bi hewayê êrîşî Kurdan kiriba, dibe ku îro nîvê Kurdên Suriyê zêdetir li Erbil, Mêrdîn û Rihayê bi perişanî bigeriyan. Dema mirov li kolan û kuçeyan temaşe dike baş dibîne ku ka heta çi radeyê alîkarî û xwedîtî li penaberên Kurd hatiye kirin. Bi giştî PYD bi siyaseta xwe ya rast Kurdistanê nekir qada şer û pevçûnan. Lê belê niha êrîşên raste rast li dijî Kurdan destpêkir. Ji niha ve gelek alî dibêjin piştî ku rikeber û opozisyona Surî Esed birûxênê paşê wê berê xwe bidin Kurdan. Ji ber ku niha opozisyon baş zanîn ku nikarin Esed birûxênin ji ber wê yekê dest bi dagîrkirina Kurdistanê dikin. Eve tê wê wateyê ku li serê opozisyona Ereb de dagîrkirina Kurdistanê hebû. Eve eşkere bû ku tu demekî wê rê nedan Kurd xwe bi xwe birêve bibin. Her wiha Artêşa Azad a Suriye jî tu demekî amadehiya xwe li hember mafên Kurd û naskirina gelê Kurd tu daxuyaniyek nedaye.
Ji bilî berxwedanê tu çareseriyeke dinê Rojava tûneye. Em li arîfeya şereke mezin û destkefteke mezin dene, Eger Kurd bikaribe axa xwe biparêze û serbikeve, wê dijminên Rojava paşve gav bavêjin. Li serî de Kurd û hemû cîhan li hember êrîşên El Qaîde zêdetir bêdeng namînin. Bi vî awayî pêşî divê Kurd nîşa hemû cîhanê bide ku ew dikare axa xwe û xelkê xwe biparêze. Temaşe bikin Kurdên Tirkiye ji bo Rojava çalakiyên gelek mezin li dar dixin. Heman awayî li Kurdistana Iraqê jî ji bo xelkê Rojava çalakî û miting têne kirin. Kurdên li Ewrupa ew jî li ser piyane. Rusya û Elmanya li asta fermî de li hember bêdengiya wan têne rêxnekirin. Eger Rojava bikaribe yekîtiyeke de serbikeve, Amerika û Ewrupa û welatên din jî li hember komkujiya Kurdan wê dengê xwe bilind bikin. Vê mijarê dikarin veguhezin Neteweyên Yekgirtî jî. Bi vî awayî Kurd dikarin bikevin rojeva navdewletî. Dikarin biryara hejmar 688 an jî biryareke wekî li Rojava bikarbînin. Encamê de ji bilî bi awayeke leşkerî li berxwedanê tu rêyeke din li pêşiya Rojava tûneye. Wekî mînak Kurdên ji bilî Rojava xwedî li meselê derdikevin û dixwazin her piştgiriyekê pêşkêşî birayên xwe bikin. Eger Kurdên ku xwedî 40-45 milyon nifusê nikaribe alîkariya 2.5-3 milyon Kurdên Rojava bike, li gel dijminên Kurdan hevkarî bike, ji xwe li holê de jî tu meseleyeke Rojava jî namîne.
Rojeva Kurd: Gelo hûn rola rejîma Bees ya li şerê Kurd û El Qaîde de çawa dinirxînin?
Veysel Ayhan: Gelê Rojava li pêvajoyeke gelek girîng de derbas dibe. Bi salane gelek hewldan ku Kurdan li tenişta Esed nîşan bidin. Lê niha grubên El Qaîdeyiyî şûna ku dijî Esed şer bikin li gel Kurdan şer dikin. Rejîma Esed jî berî dû rojan bi hewayî û ser zevî êrîşî Efrînê kir. Bi vî awayî hate dîtin ku Kurd ketiye ser texteya nîşana regezperestên Erebên Beesiyan. Ji xwe rejîma Bees eve demeke dirêje dixwest şerê El Qaîde û Kurdan derîne. Bi vî awayî dixwest peyamek bide cîhanê ku El Qaîdeyî komkujiyê anîne Suriye. Rejîma Bees dixwaze Kurdan bike qurban û hewl dide xwe rizgar bike. Ji aliyeke din ve Bees heman awayî peyamek dide hinek welatên wekî Tirkiye ku dixwaze bibêje ez amademe li gel we kar bikim. Bi vî awayî jî dixwazin wan razî bikin rejîma Bees li piya bimîne. Divê bi zelalî destnîşan bikîn ku dixwazin Kurdan careke din bikin qurbana lîstokeke mezin.
Rojeva Kurd: Hevserokê PYD serdana Tirkiyê kir û berev hevkarî û pêkve karkirinê peyaman dan, gelo hûn vê yekê çawa dinirxînin?
Veysel Ayhan: Dema ku Salih Muslim raste rast serdana Stenbolê kir, herî kêm hêviyek pêkhat ku piştgiriya ku didin El Qaîde jî kêm bibe û sînoran jî vekin. Lê belê li demeke wiha de ev serdan pêkhat ku li hemû cîhanê û Kurdên Tirkiyê jî rexne li Tirkiyê dikirin ku wî pişgiriya El Qaîde kiriye. Li encamê de ew piştgiriya didan El Qaîde nehat birîn, gelek grubên li nav Artêşa Azad ya Suriyê jî li nav eniya şerê dijî Kurdan cîh girtin. Bi vî awayî jî pirseke wiha derdikeve holê, gelo dixwestin bibêjin em nêzîkî Kurdane, ji aliyeke din ve rê dane ku plana şera dijî Kurdan pêkbê. Ji ber ku, xwestin Kurdan rakêşin ser mêzeya dîplomasiyê û lawaz bikin û wan nêçîr bikin.
Rojeva Kurd: Gelo li gor we bi giştî helwestan Kurdan çawaye?
Veysel Ayhan: Kurd hewl didin li mijarên neteweyî de pêkve tevbigerin. Lê belê ez nikarim bibêjim eve gihîştiye asta pêwîst. Kurdên Rojava hem bi awayeke cografî û hem jî li bergiriya leşkerî de Herêma Kurdan ya herî lawaze. Hem deverên wê yên çiyayî tûne û li bajarên wan jî Ereb hatine niştecîhkirin. Lê belê li bajarên mezin de nufus û hejmara Kurdan gelek zêdeye. Lê li gel vê jî li van dû salan de gelek li berxwedan ku li derveyê şer de bimînin. Lê belê temmuza 2013 êdî şer gihîşt axa wan. Wekî ku min li jor jî got, ew hêzên ku dîtin Esed nakeve xwestin Kurdan bêxin bin kontrola xwe û dest bi siyaseta şikandina vîn û îradeya wan kirin. Divê baş bibînin ku dema rojên Kurd ji bo Cenevreya 2. hatin dawet kirin, wan rojan de êrîş zêdetir bûn. Bi giştî, pêwîste Kurd li rewşa Kurdên Rojava de li nav yêkîtiyekî de nêzîkî wan bibin. Niha, li rûyê hevdû girtina sînorên Kurdan xizmeta çi berjewendiyek dike divê bê guftûgokirin. Em bibêjin ku ew kesên li Suriye rastî komkujiyê tên ne Kurdin, lê dîsa jî divê sînor neyên girtin. Hebûna li gel wan rewşeke mirovî û ehlaqiye.
Rojeva Kurd: Li gor dîtina we Kurd divê siyaseteke çawa ji bo Kurdan Rojava birêvebibin?
Veysel Ayhan: Berî her tiştî pirs û kêşeya Kurdên Rojava kêşeya mafê mirovane. Ji Kurdayetiyê jî wêdetir, li Rojava dema ku hêzên El Qaîdeyî û Kurd êrîş dikin, kesên medenî qirdikin, bi ehlaqî jî divê mirov dijî wê derkeve. Ya dûyem, tecrubeya Kurdên Iraqê ya ku wan karesatên salên 1988 û 1991 de jiyayîn heye. Li wê demê Tirkiye, Suriye û Kurdên Îranê xwedî li Kurdên Iraqê derketin. Alîkarî hatin kirin û sînor hatin vekirin. Ew alîkariyên ku ji destê wan dihat, li wan mercên dijwar de, li gel astengiyên dewletê jî gihandin. Niha jî Kurdistana Iraqê dergehê xwe yê sînorê Rojava girtiye, destê alîkariyê ji birayên xwe yên Suriyê re girtiye. Hemû 40 milyonê Kurd ji siyasetê tênagihe. Lê belê, li cîhekî dema ku Kurd têne kuştin, Kurdên Iraqê jî bi bêdengî piştgiriya wê bike, ne ji bîr dike û ne jî qebul dike. Divê gelek hişyar bin. Mîsogeriya Kurdistana Iraqê, Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê û 40-45 milyon Kurdin ku li hemû cîhanê belav bûne. Eger hûn pişta xwe nedin Kurdan lê pişta xwe bidin ew hêzên ku dixwazin vîn û îradeya Kurdan têk bidin, rojek wê bê, Kurdên li beşên din jî wê li gel we rêve neçe pişta xwe bide we. Ne nêçîrvan nêçîra Kewê dike, dîsa Kew Kewê nêçîr dike. Ji ber wê yekê divê hemû Kurd li mijara Kurdên Rojava de pêkve tevbigerin. Divê meseleyên miroviyên li nav Kurdan ji derveyê têkoşîna wan ya siyasî bigrin. Divê dergeh bi lezgînî bêne vekirin, derman û xorek û bizîşk û hemû çîn û tuwêj jî alîkariya Kurdên Rojava bikin. Çawa ku ji Afganistan û Yemenê mirov tên dijî Kurdan şer dikin, divê Kurd jî alîkariya Kurdên Rojava bikin. Îro partiyek ku pişta xwe li Kurdan vegerîne, sibê dema ket jî wê dîsa ji Kurdan alîkariyê bixwaze.
Rojeva Kurd: Gelo şerê li Suriye berev çi aliyek ve diçe?
Veysel Ayhan: Suriye êdî ketiye nava şerekî mezhebî û îdeolojî û niha jî pevçûneke nîjadî. Îran, Malikî û Hizbullah li vî şerî de nîşandan ku rê nadin rejîma Bees birûxe. Rusya jî li hêla navdewletî de, li gel wan cîhê xwe digre. Helbet sîstem dibe ku piçek biguhere lê belê li gel Îranê hevpeymanî wê bidome. Welatên wekî Tirkiye, Qatar, Suudî Erebîstan jî wekî Îxwan(Birayên Misilman) û Selefiyan li gel hevdû dest bi têkoşînê kirin. Suudiyan li Misrê Îxwan rûxand û gelek ji Tirkiyê aciz dibin. Ewrupa û Amerîka li gel welatên kendavê ne. Ji bo vê jî Hikûmeta Erdogan li doza Ergenekonê de leşkerên kevin sizakir. Peyama xwe da, Tirkiye ne wekî Misire, leşkeran bikarbîne. Her kes peyamê stand. Bi vî awayî li Suriyê ew zincîre hevpeymaniya ku Esedê Bav pêkanîbû bi îhtimaleke mezin li desthilatê de jî bimîne. Grubên El Qaîdeyî û Erebên Sunni wê hêza xwe û hebûna xwe heta demekî bidomînin, lê belê paşê hem bi zexta gel û desthilatê wê dîsa lawaz bibin. Bi vî awayî divê em bibînin ku wê têkilheviya Suriye demeke dirêj bidome. Em dikarin bibêjin ku hemû aliyên ku li nav vî şerî de wendakirin, ji bo Kurd jî wenda bikin xwestin plana şereke wiha mezin bi cîh bikin.