Sînorê Başûr û Rojava qet nehatiye girtin

Rêveberê deriyê sînorî yê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê Şewket Berbiharî diyar kir ku ji roja ku deriyê sînorî yê Pêşabîrê hatiye vekirin ve heta qet nehatiye girtin.
Rêveberê deriyê sînorî yê Pêşabîrê yê navbera başûr û rojavayê Kurdistanê Şewket Berbiharî, derheqê girtin û negirtina sînorê de ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî roja 01.16.2013 biryar da deriyek di navbera başûr û rojava de bê vekirin da ku alîkariya kurdên rojava bê kirin.
Berbiharî da zanîn, beriya vekirina deriyê Pêşabîrê tu deriyeke sînorî di navbera her du beşên Kurdistanê de nehatibû vekirin û wiha axivî: “Ji ber ku rêjîma Sûriyê roja 04.10.2004 deriyê sînorî yê navbera her du aliyan de girtibû.”
Derbarê hewlên hikûmeta Herêma Kurdistanê bo alîkarîkirina penaberên Sûriyê de jî Şewket Berbiharî wiha anî ziman: “Piştî vekirina deriyê Pêşabîr, Nêçîrvan Barzanî hemû hewlên xwe bo alîkariya awareyên rojavayê Kurdistanê bikar aniye.”
Li bara rexneyên hevserokê KCKê Cemîl Bayik ên girtina sînor ji aliyê PDKê ve jî rêveberê deriyê Pêşabîr wiha axivî: “Ji roja ku serokê Herêma Kurdistanê fermana vekirina derî daye ve heta niha yek deqe jî nehatiye girtin û hertim vekirî bûye.”
Şewket Berbiharî destnîşan kir ku deriyê Pêşabîrê bo alîkariyên mirovî hatiye vekirin û wiha pêde çû: “Welatiyên rojavayî tên û diçin. Xwendekarên aware yên rojava çûne bo ezmûnan û dîsa vedigerin Herêma Kurdistanê.”
Berbiharî ragihand, kesên ku dibêjin derî girtî ye rast nabêjin ji ber ku ew û hevalên wan hertim di deriyê han re diçin û tên.